PAYLAŞ
Sadece İndirimli Ürünler
Yayınevleri
Yazarlar
Sepetiniz Güncelleniyor...
VİDEO REKLAM
%25
Zêmarên Çûyînê
Stok Durumu: 55
Ürün Fiyatı: 12.00
Kampanya Fiyatı: 9.00

".....

Kolan xitimîn û tu wate li ser rûyê bajêr nema. Tu kes silavê jî li hev nade. Ramûsanên me yên xatirxwestinê û diayên dayikên me di bêrîka me de riziyan.

Ez, te di bîra xwe tînim. Berê li vê kolanê girnijîna te dirijiya. Berê li vê kolanê lêvên te du pelgên girnijînên sor bûn. Berê li vê kolanê baran dibariya sîtavkan dîlan digirt. Berê li vê kolanê me kurte-temenê xwe di sîbera çavên hevde vedişart. Gulfiroşan gulên sêwî berêvarî li ser peyarêyan diterikandin. Stêrk ji reşê ezmên dişemitîn. Heya ku mele di guhê bajêr de diqêriya. Şev bi kenê te dişikest, helbest bê xew diman. Keştiya hêmayan di nav qelebalixiya bê-xewiya me re dibihurî û em di nav lepên sibehên tevizî de bi bîna nanê germ radibûn.

....."

Hecî NEHSAN, di sala 1974an de li Kobanê hatiye dinyayê. Ji biçûkaniya xwe de bi wêjeyê re mijûl e. Şanzdeh sal e ji doza Tevgera Azadiyê girtî ye. Hêçan, helbest, çîrok û berhemên wî yên wêjeyî di rojname û kovarên wekî  Azadiya Welat, Kovara W, Çirûsk têne weşandin. Berhema ber destê we berhema wî ya yekemîn e ku tê çapkirin.

Berhem:

* Zêmarên Çûyînê, (Heçan), Weşanên J&J, Amed-2013

Copyright © 2016-2017 Ajans J&J. Tüm Hakları Saklıdır. Pelin v1.3 & Cihansoft