PAYLAŞ
Sadece İndirimli Ürünler
Yayınevleri
Yazarlar
Sepetiniz Güncelleniyor...
VİDEO REKLAM
%50
Yeklo Duklo Dumbazê [Lezbare]
Stok Durumu: 75
Ürün Fiyatı: 10.00
Kampanya Fiyatı: 5.00

PÊŞGOTIN

 Ew berhema di destê we de xebateke folklorîke, bi xebatên meydanî ya ku min û nivîskar Hasîp Yanliç bê haya hev û li heremên ji hev cûda kirî pêk tê. Berhem berên gelerî yên wêjeya devkî a zarokan dihêwirîne, di berhemê de hêjmarok û lezbare(zûgotinok) û xweşgotinokên ku ji bo hewandina zarokên biçûk di aliyê dayikan de tên gotin hene.

Xebat bi zaravayê kurmanciye belê ji van qederî 7 an 8 heb Dimilkîne (Zazakî). Weke k udi vê berhemê de çend waryantên hêjmarok an lezbareyekê bihev re hatine weşandin, dibe ku hin waryantên wan ên ku neketî destê me li hin deverên din jî tê ne gotin. Lê ew hêjmarok û lezbareyên di vê berhemê de yek û yek bi rêbaza hevdîtin û hevpêyvînan ji devê jêderk û çavkaniyan hatine hilanîn.

Ev xebat, di aliyê min de keda 27 salane. Di hinavê va salan de ez bi fermî li derdorên Şirnex, Ruha û Semsûrê xebitiyam. Car bi car kesên ku li nevçe û derdorên Meletiyê, Elezîzê, Colemêrgê, Wanê, Muşê hatî re jî min hevpêyvîn çêkirin. ji bilî çîrok, gotinên pêşiyan, îdyom û sitranên gelerî min hêjmarok, mamik û tiştenok ên otantîk û resen jî ji devê wan jêderk û çavkaniyan rahêlan. Lîsteya ew jêderk û çavkaniyên ku ez herdem wan bi minet û rêz bîrtînim di pêveka kîtêbêde ye, lê ji wan kesan hinekan nexwestin ku navê wan bê weşandin, min jî ji daxweza wan re rêz girt navê wan nekir lîsteyê.

Bona ku ew hêjmarok, lezbare û xweşgotinok ên di vê berhemê de baştirîn bêtin fehm kirin min di derbarê taybetiyên wan de hin zanistî li têbiniyan nivisandin. Bilî vê hin pêyvên ku bi tenê li hereman tên zanîn jî min di têbiniyên ew berhemê de şirove kirin.

Li ser hêjmarok an lezbareyên

 Hêjmarok an lezbare, pêyvên ku di hevokê de lihev hatî û bi pîvan tên gotin in. Ew berhemên gelerîne, di nav wêjeya devkî ya gel de beşek ji wêjeya zarokan in, taybetmendiya wan jî di wir de tê. Hevok û pêyvên hêjmarok an lezbareyan bi gelemperî mehneyeke bi derûnî nahewirînin, bitirîn bona hînbûniya zimên axavtina zarokan bi pêş dêxe, lewma ew zor girîng in û mirov dikare wan di nav wêjeya zarokan de weke beşeke bi serê xwe binirxîne.

Weke tê zanîn, wêjeya devkî ya gelê Kurd, hê di qada gotinê de ye, ew berhemên gelerî heta vê gavê di gotinê de heyîna xwe diparêzin. Belam, sewa ku zext û zordestiya li ser zimanê Kurd bi hemû hêza xwe berdewam dikiye, derfetên perwerdeya bi vî zimanî pêknehatiye. Dema ku zimanek ne zimanê perwerdêbe, di navgînên ragîhandinê de neyê bikar anîn divê ji bo jiyîna wî zimanî qet nebe ew ziman zimanê bazarê be. Ger ku ne wîsa be pêdiviyeke zêde bi wî zimanî namîne. Îro di nav Kurdên Tirkiyê de kurdî, ji ew hemû qadên jiyanî rabûye û rola wî ya di jiyana gel de her roj hindekî din kêm dibe. Lewra pêdiviyeke mezin bi berhevkariya zargotina kurdî heye, bi taybetî jî berhenmên wêjeya zarokan...

Di zargotina zarokan de bona xweş borîna demê, pêşve birina axavtin û pêkanîna komên lêhîstikê, lezbare û hêjmarok tên bikaranîn. Gelek cureyên wan hene, beşek ji wan bona pêşve birina zimên û axavtinê tên bi karanîn, ew beş di nav gel de bi navê “lezbare” an jî “zûgotin” tên bilêv kirin. Nimûneyek ji ew beşê weke ya jêr e.

Sê Kelî

Sê kelî[1] hat di ro de,

yekê mû tê

yekê tû tê,

yekê gû tê,

bi lingan çûme ya gû tê,

bi destan çûmeya mû tê,

bi devan çûme ya tû tê...

Dema ku mirov li ser ew lezbareyê lêhûr bibe, weke xuya dike, her çiqas jî di nav pêyv û ristên wê de lihevhatin, rîtim û ahengeke xweşik hebe jî mirov mehneyeke zêde nikare bide pêyv û hevokên wê. Lê mirov dibîne ku ew berhem bi jîrekiyeke zorbilind hatiye hatiye pêkanîn û bejna lezbareyê li ser hîmê hişemendiyeke girîng hatiye unandin. Kesê ku ew lezbareyê bilêv bike, divê gelek hişar be, ger ne wîsabe ku gotinbêj bilêv kirinê de çewtiyekê bêxe, bixwe xwe dide ceza kirin...

Di nav ew berhemên zarokan de beşek heye ku hêsa û gelek balkêş in. Di nav gel de ew weke “zûgotin” tên bilêv kirin. Ew beş bona bilêv kirina pêyv û hevokan taybetiyeke bale dihêwirînin. Ji wan berheman yek weke ya jêr e.

Kerê Boz

Kerê boz zirî li nav rizê,

Li nav rizê zirî kerê boz...[2]

Dema ku ew herdu rist çar an pênc caran bêtin dubare kirin, taybetiya wê bixwe derdikeve holê. Wê demê têt fehm kirin ku bona pêşxistina axavtinê pêdiviyeke mezin bi ew berhemên gelêrî heye.

Dinav ew hêjmarok û lezbareyan de beşeka bi taybet jî yên ku di aliyê çîrokbêjan de bona balkêşandina guhdarvanên çîrokê li wan re tên gotin in. Di wan de jî taybetiyên zimên hene, ristên wan lihevhatî û bi rîtm û ahengeke xweşik tên bilêv kirin. Ew hêjmarok û lezbare dibên sê beşan. Yên ku di serê çîrokan de tên gotin, yên ku di nava çîrokan de tên gotin, yên ku di dawiya çîrokan de tên gotin ın. Mînakek ji hêjmarokên ku di serê çîrokan de tên gotin weke ya jêr e.

Çîrok

Çîrok çîrok,

mamkê kîrok,

Bekrê yarê,

ket kewarê,

şûjin tê re,

di boçê re,

Xec xatûnê

Boç kemînê

bavî axa, dê xatûnê...

Hêjmarokên ku di nava çîrokan de tên gotin, kin in û herî dirêj li du ristan pêk tên, mînakên ew hêjmarokan weke yên jêr in.

“Pir çû hindik çû, heft qonaxan bi rê çû.”

“Bi riyan dûr, bi gotinan nîzik.”

“Him dikim, gim dikim, bêhna xerîwan li vir dikim.”

Hêjmarokên lı dawiya çîrokan jî weke yên nava çîrokan kurt û bi gelemperî ji du ristan pêk tên. Ger ku mirov ji yên dawiyên çîrokan çend mînaka bide ew jî weke yên jêr in.

“Çîroka me çû wê hêlê, barek mewîj hat vê hêlê.”

“Çîroka me çû leqatê, rehme li dê û bavên civatê.”

“Çîroka me çû diyaran, rehme li dê û bavên guhdaran.”

Di nav ew berhemên gelerî de bi giranî hêjmarokên ku bona lêhîstikan hatî gotin zêde henin. Ew hêjmarok bi gelemperî zarokan germî lêhîstikê dikin û motîwe ya wan pêk tînın. Cureyek ji van hêjmarokan hevalbendiya lêhîstikan dikin, lêhîstikê xweş û bi çoş dikin, lewma bi lêhîstikan re tên gotin. Hinekên wan lêhîstikê bi dawî dikin û libelawbûna malan tînin zimên. Hin hêjmarok yên li himber diheyîrînin, hinekê wan gazî hevalan dikin û hinek jî di pêkanîna komên lêhîstikan de, pê endamên komê tên hilbjartin, ew berhem bi navê “hêjmarok” tên binav kirin. Jiber ku îro zarokên Kurdan êdî bi çanda bav û kalan perwerde nabin, têkilî û lêhîstikên xwe bi zimanekî din pêk tînin, lewma bi hezaran hêjmarok, zor mixabin bi kal û pîrên Kurdan re çûne gorê. Ji ew çend hebên ku me ji mirinê rizgar kirî, nimûneyek weke ya jêr e.

Hêkê Hêkê

Hêkê hêkê,

du nazikê,

çepê repê,

aravingê,

hestiyê kewê,

da bin kewê,

çêle-dîk,

çav-sipîk...

Ger ku lêkolaneka baş li ser vê mijarê bête kirin mirov dikare qale gelek cure û beşên berhemên bi vi babetî bike. di nav ew berheman de yên ku taybetmendiyên ajal û lawiran, dar û beran, xwaze û têkiliyên di navbera ensan û sewalan tînin zimên jî henin.

 Zarok ji hêjmarok û lezbareyan çi hiltînin

 

Hêjmarok û lezbare di warê têgêştina tevger û libata zarokan de bandorek erênî dike.

Li zer jîrbûn, zanîn û hestiyariya wan bandorek erênî pêktîne û wan pêş ve dibe.

Di warê hev re hînbûnê de bandureke erênî çêdike, hişemendiya kar kirinê bipêş dêxe, dikenîne û hestên parve kirinê tîne holê. Bi vê rêbazê zarok di warê civaknasiyê de gavên yekemîn dave.

Hêjmarok û lezbareyên di wî zimanî de, di zarokan de rast û xweşaxavtina zimanê zikmakî derdêxe pêş û jîrbûna karanîna zimanê zikmakî pêk tîne.

Berhemên bi vî babetî di zarokan de hezkirina zimên xwedî dike, di wan de bîra pêyvan xurt dike û dinya wan ya xiyalan dewlemend dike. Bi vê yekê zarok zerava li armancî civakê axavtinê bidest dêxe.

Di derbarê fêydeya ew berhemên gelerî yên ku mirov dikare bi lîsteyekê hê dirêj bide nasîn, bi kurtasî mirov dikare bêje ku teşegirtina zarokan ya li hember jiyanê pêk tîne û wan havin dide.

 Mehmet ONCU

 [1] Ew waryant ya milê Sêertê ye.

[2] Divê ew lezbare herî kêm pênc cara bête dubare kirin.

 Mehmet Oncu; Di sala 1961ê de li taxa kûçeya Semsûrê, li Xarxarê ji dayîk bû. Dibistana seretayî û ya navîn li Semsûrê xwend. Li Zanîngeha Anadoluyê perwerdeya karsaziyê dît. Di der barê folklora Kurdî de bi navê Hemo Pêşeng gelek berhemên wî yên wek gotar, nivis û helbest di kovar, rojname û malperên înternetê de hatin weşandin. Nivîskar zewicandî ye û bavê du keç û kurekî ye.

Berhemên wî:

v  Çîrokên Kurdan-I, Weşanên Doz – 2006

v  Çîrokên Kurdan-II, Weşanên Doz – 2008

v  Gotinên Pêşiyan, Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê – 2009

v  Ezîze, Weşanên (çarîn) J&J Helbest– 2012

v  Mêhrîmah, Weşanên J&J (çarîn) Helbest – 2012

v  Eware, Weşanên J&J (çarîn) Helbest – 2012

v  Meyîr (Çanda Xwarin û Vexwarinê) Weşanên Lîs – 2013

v  Yeklo Duklo Dumbaz ê (Zargotin), Weşanên J&J, 2014

 

Copyright © 2016-2017 Ajans J&J. Tüm Hakları Saklıdır. Pelin v1.3 & Cihansoft