PAYLAŞ
Sadece İndirimli Ürünler
Yayınevleri
Yazarlar
Sepetiniz Güncelleniyor...
VİDEO REKLAM
Xeyalbêj
Stok Durumu: 50
Ürün Fiyatı: 10.00

Xeyalbêj

Îlhan Dayan

Helbest

Îlhan Dayan kî ye?
Îlhan Dayan, di sala 1974an de li gundê Roşat ya girêdayî navçeya Dêrika
Çiyayê Mazî ku bi navenda Mêrdînê ve ye, hatiye dinê. Dema malbata
wî ji ber debara aborî koçî Serêkaniyê ya Rihayê bû, Îlhan hîn
2-3 salî bû. Dibistana seretayî li Serêkaniyê xwend. Gava ku dibistana
seretayî kuta kir, ji bo piştgiriya malbatê ya aborî xwendina dibistanê
nedomand û weke karkerê demkî dest bi kar kir. Di navbera salên
1988-1989an de Tevgera Azadiyê nas kir. Dema li Serêkaniyê milîstî
dikir, di sala 1990an de bi daraza alîkarî daye PKKê hate girtin, 4 salan
li zindana Amedê raza û paşê darizandina wî piştî ku serbest hat berdan
berdewam kir. Çawa ji girtîgehê derdikeve, li herêma Egeyê dest
bi xebatan dike heta salên 1993an û li Manîsayê dîsa tê girtin. Vê carê
bi daraza endamtiya rêxistinê ye û tê girtin, cezayê mûebetê digire û
hîn girtî ye. Di van deman de di girtîgehên weke Manîsa, Buca, Aydin,
Elbîstan û Mîdyatê maye û niha jî li girtîgeha Kalkandere ya Rîzeyê
dimîne. Îlhan Dayan di girtîgehan de dest bi nivîsandina helbestan
di kir û ev dîwana wî ya ewilî ye. Berî vê dîwanê, li girtîgeha Mîdyatê
wî û hevalên xwe ji bo bîranîna Selamet Menteş û Aynûr Artan dosyeya
helbestan ya bi navê “Xunava Payîzê” ku ji weşanên AVA çapbûye
amade kiribûn, du helbestên wî yên bi navê “Hêstirên Evînê” û
“Awazên Şevên Birîndar” cih digire.
Berhemdarî:
* Bêrîjan, Helbest, Weşanên J&J Amed - 2014
* Xeyalbêj, Helbest, Weşanên J&J Amed - 2017

 

Copyright © 2016-2017 Ajans J&J. Tüm Hakları Saklıdır. Pelin v1.3 & Cihansoft