PAYLAŞ
Sadece İndirimli Ürünler
Yayınevleri
Yazarlar
Sepetiniz Güncelleniyor...
VİDEO REKLAM
Xewna Yarê
Stok Durumu: 0
Ürün Fiyatı: 10.00

Xewna Yarê

Resul Ustun

Helbest

"Berî nivîsandin û xwendinê helbest hebû. Destpêka nivîsandin û xwendinê jî, bi helbestê ye.

Ayet û peyamên hemû dîn û olan helbestane ne. Gotinên kurt, wecîzane, tesîrbar û bi wezin in.
Dua helbest e. Sela helbest e, telqîn helbest e. Xêrhatin û xatir xwestin helbest e.
Şîn û girî, hezkirin û evîn, şayî û dîlan her helbest in.
Newaya bilûrê, dengê def û zurnê helbest e. Helbest ziman e, helbest hest e, helbest halan e; coş e, zerafet û letafet e…
Kî çi dibêje bila bibêje; Hz.Îbrahîm, Hz. Zerduşt, Hz.Bûdha helbestvan bûn. Kin gotine, hûr gotine û rind gotine. Tesîra gotinên wan li gel fikrên wan ên pak, ji helbestvaniya wan tê.
Bi qasî nivîsandina helbestê, xwendin û gohdariya helbestê jî, huner e.
Do helbest hebû, sibê jî wê hebe."

Resul Ustun kî ye?

Resul Ustun, di 4ê Reşemiya 1959an de li Erxeniyê hatiye dinyayê. Di malbateke cotkar de hatiye dinyayê. Dibistana seretayî û ya navîn û lîseyê jî heta pola 2yan li Erxeniyê, pola dawîn jî wekî penaberê siyasî li Batmanê xwend. Dibistana bilind, di sala 1978an de li Enstîtuya Perwerdeyê ya Mêrdînê temam kir. Di sala 1979an de wekî mamosteyê polê dest bi mamostetiyê kir. Li Erzerom, Tekman, Pasînê, Xunis, Amed, Karaz û Erxeniyê mamostetî û rêveberiya dibistanê kir. Resul Ustun, di salên lîseyê de dest bi nivîsînê kiriye. Helbest û gotaran di wê demê de dinivîse. Di sala 1976an de gotara wî di rojnameya Hurriyetê de tê weşandin. Gotara wî li ser karkerên çandiniyê bû. Piştî vê gotarê ji her derê jê re rexneyên erênî tên û ev jî hêz didê ku di nivîsînê de xwe pêş ve bibe. Bi hatina darbeya 12 Îlonê re wekî her rewşenbîrî, Resul Ustun jî di çerxa îşkenceyê re derbas dibe. Bi salan li Enzerom û Amedê tê darizandin. Di encamê de tê beratkirin, lê ji hemû karan tê bidûrxistin û nikare di tu sazî û dezgehên dewletê de nikare bike. Ji kar tê avêtin. Ew jî li hember vê yekê doza dijber vedike û piştî 5 salan dozê bi dest dixe û dîsa li mamostetiyê vedigere. Ew her kar û xebatên xwe yên nivîskariyê didomîne. Helbest û nivîsên wî di kovar û rojnameyên wekî, Esmer, Berfîn Bahar, Ozgur Gundem, Yeni Yurt, Ergani Haber û yd. tên weşandin. Resul Ustun, li Amedê jiyana xwe dewam dike, zewicandî ye û bavê 3 zarokan e. 

Berhemdarî;
* İkizleri Ayırmayın/Toplumsal Eğitimin Temel Kuralları (Hêçan-Tirkî), 2000
* Zaman Pusuda (Helbest– Tirkî), 2005
* Deşifre Etme Yalnızlığımı (Helbest-Tirkî), 2008
* Ay Işığı Tanıklığı (Roman/Serpêhatî-Tirkî), 2016
* Firtonek Ahmo û Talazîzok Hemê [Pêkenokên Amedê], (Pêkenok), J&J, Amed-2017
* Xewna Yarê, (Helbest), J&J, Amed-2017
Copyright © 2016-2017 Ajans J&J. Tüm Hakları Saklıdır. Pelin v1.3 & Cihansoft