PAYLAŞ
Sadece İndirimli Ürünler
Yayınevleri
Yazarlar
Sepetiniz Güncelleniyor...
VİDEO REKLAM
Tevna Çand û Ziman
Stok Durumu: 50
Ürün Fiyatı: 20.00

Tevna Çand û Ziman

Mîrza RONÎ

Lêkolîn

Mîrza Ronî kî ye?
Mîrza Ronî, di sala 1980î de li gundê Bêdara Cizîra Botan di nav malbata xwe ya koçer de
tev li jiyanê dibe. Dibistana sereteyî li gund, dibistana navîn li Hezexa Şirnexê û lîseya
pîşeyî jî li Cizîrê dixwîne. Piştî lîseyê dizewice û ji bo xwendina 2 salan diçe li zanîngeha
Mêrsînê dixwîne. Piştî xwendina zanîngehê, sala 2008ê li Cizîrê tev li xebatên Zimanê
Kurdî dibe û dibe aktîvistê ziman. Ji ber çalakgeriya ziman li Cizîrê tê girtin û çend heyva
di zindana Cizîrê de dimîne. Piştî ji zindanê derdikeve jî aktivîstiya ziman didomîne
û bi komek hevalê xwe re pêşengtiyê ji xebata derxistina kovara Hawara Botan re dike û
derdixe. Piştî van xebatên çandî di sala 2011’an de bi angaşta xebatên siyasî ji doza KCKê
tê girtin û bi qasî 4 salan li çend zindanan girtî dimîne û di sala 2015an de tê berdan.
Ligel xebatên nivîskariyê demekî li rojnameya Azadiya Welat wekî rojnameger xebitiye.
Beriya vê pirtûkê, nivîsên wî di Rojnama Azadiya Welat, Cîzre Postasi, Kovara W û wd.
de hatine weşandin û ev yekem pirtûka wî ye.

Berhemdarî:
* Tevna Çand û Ziman [Lêkolîn], Weşanên J&J, 2017 - Amed

 

Copyright © 2016-2017 Ajans J&J. Tüm Hakları Saklıdır. Pelin v1.3 & Cihansoft