PAYLAŞ
Sadece İndirimli Ürünler
Yayınevleri
Yazarlar
Sepetiniz Güncelleniyor...
VİDEO REKLAM
%25
TEŞÎ
Stok Durumu: 21
Ürün Fiyatı: 10.00
Kampanya Fiyatı: 7.50

Azad Zal, di Adara 1972yan de li Gundê Çawuşelîkeya (Çawişelikya / Çavşeliqya; navê kevin Gulemîran) ku bi Navçeya Sûrê ya Amedê ve girêdayî ye hatiye dinyayê. Ji piçûkiya xwe de li ber destê bavê xwe xwendin û nivisandina Kurdî hîn dibe û perwerdeya jiyanê dibîne. Dibistana seretayî li gund, ya navîn û lîseyê li navenda Amedê dixwîne. Piştî ku lîseyê diqedîne, ji ber sedemên polîtîk tê girtin (1992) 12 salan di zindanên curbecur yên Kurdistanê û Tirkiyê de dimîne. Piştî ji zindanê derdikeve li Azadiya Welat dest bi karê rojnamegeriyê dike. Li Akademiya Dîrokê ya Rojhilata Navîn, li Enstîtuya Kurdî ya Amedê, li Kurdî Dera Navend, Şaredariya Bajarê Mezin ya Amedê, li beşa Çand û Turîzmê, li Komeleya Nivîsarên Kurd xebatên xwe yên rêveberî, çandî, zimanî, ferhengî, hîndekarî û weşangeriyê dimeşîne. Di 22yê Avrêla 2011an de “Weşanên J&J” ava dike û xebatên weşangerî û wergerî û perwerdehî didomîne. Zal, “Teşî”ya jiyanê ya bi rengê ziman û çand û wêjeyê girtiye destê xwe û her dihûne û daye dû riya rêwiyê azadiyê… Berhemdarî • Teşî (Helbest), Weşanên AVA, 2009 - Amed • Zimanê Kurdî (Rêziman) Enstîtuya Kurdî ya Amedê, 2009 - Amed • Sûzê û Hirç (Zargotin) Weşanên Şaredariya Kayapinarê, 2009 - Amed • Rêwî (Helbest). Weşanên AVA, 2010 - Amed • J&J Ensîklopediya Kurdî-Fasîkul-1 [A-ADEM], Weşanên J&J, Ensîklopedî, 2011 - Amed • Teşî (Helbest), Çapa 2mîn, Weşanên J&J, 2015 - Amed • Rêwî (Helbest), Çapa 2mîn, Weşanên J&J, 2015 - Amed • Zimanê Kurdî (Rêziman) Çapa 2mîn, Weşanên J&J, 2015 – Amed

Copyright © 2016-2017 Ajans J&J. Tüm Hakları Saklıdır. Pelin v1.3 & Cihansoft