PAYLAŞ
Sadece İndirimli Ürünler
Yayınevleri
Yazarlar
Sepetiniz Güncelleniyor...
VİDEO REKLAM
%25
STRANÊN EVÎNA AZAD
Stok Durumu: 24
Ürün Fiyatı: 30.00
Kampanya Fiyatı: 22.50

Seyda Perînçek di sala 1979 an de li dêrika çiyayê mazî ji dayik bû ye. Ji malbata wan re dibên mala Mele Elî, bi malbatî, eslê xwe ji Çolemergê, ji gundê Xanî ne. Seyda ji zarokatiya xwe ve bi hunerê re têkiliya wî heye. Heta nûha zêdeyî 1000 stran afirandiye û bi dengê xwe, bi sazê xwe ku ew bi xwe li amûr dide û dibêje. Heta 12 saliya xwe li Dêrika Çiyayê Mazî jiyana xwe derbas dike. Pişt re bi malbatî derbasî Amedê dibin, qederê 17 salan jî li Amedê jiyana xwe him ji bo debara xwe û malê kar dike û him jî karê hûnera xwe jî pê re didomîne. Di sala 2001ê de li Zanîngeha Hacettepe ya beşa Muzîkê heta sala 3. Xwend, ji ber bêderfetiyê dev ji zanîngehê berda, lê xebatên xwe yên çand û hunerî her berdewam kir. Di sala 2006an de Seyda Perîncek bi awayekî pisporî beşdarî nav xebatên çandî û hunerî dibe. Li Navenda Çanda Mezopotamyê ya Qoserê dest bi karê perwerdehiya muzîk û hûnerê dike û heta roja îro jî hîn di bin banê MKM a Qoserê ya Şehîd Elî Temel de xebatên xwe didomîn e û di beşa muzîkê de perwerdehiya muzîkê dide. Di 2010an de ji nav weşanê Lîsê dîwaneke wî ya helbestan bi navê “Qutiya Dil” bû dilopek ji wêjeya kurdî û di nava deryaya helbesta kurdî de cihê xwe girt. ji bilî vê dîwana helbestan di sala 2010an de ji aliyê kom muzîkê ve, dîwaneke wî ya mûzîkê bi navê “Tu Wateyî” derket. Nûha jî li ser berhemeke akademik ya Stranên Zarokan xebateke wî heye û di demek nêz de dê li ber destê xwendevanan be. Heta Newroza 2016an dê dîwaneke wî ya muzîkê jî derkeve. Vê pirtûka akademîk ku di dest we de ye, gotinên stranan, muzîk û lêbarkirina noteyan ku hatine notakirin û nivîsandin, xebateke Seyda bi xwe ye. Seyda bavê 2 zarokan e, li Qosera Mêrdînê jiyana didomîne û xebatên xwe li saziya Şehîd Elî Temel hîn didomîne. Berhemdarî: • Stranên Evîna Azad (Muzîk), Weşanên J&J, 2016 - Amed

Copyright © 2016-2017 Ajans J&J. Tüm Hakları Saklıdır. Pelin v1.3 & Cihansoft