PAYLAŞ
Sadece İndirimli Ürünler
Yayınevleri
Yazarlar
Sepetiniz Güncelleniyor...
VİDEO REKLAM
%25
SERGOVEND - Lênûska Aram
Stok Durumu: 50
Ürün Fiyatı: 15.00
Kampanya Fiyatı: 11.25
"DESTPÊK" an "PÊŞGOTIN"
Nêta min hebû ez babeta pêşî bi “destpêk” an “pêşgotin” bi nav bikim. Lê belê hat bîra min ku Aram digot;
“Ez pêşgotin, paşgotinan naxwînim. Ev ên pirtûka dinivîsînin tiştên wilo dinivîsînin ku li gorî xwe dixwazin xwendevanan bihizirînin, motîve bikin…”
Ev axaftina me li ser pirtûkekê bû. Min jê re gotibû; Jixwe di pêşgotinê de ev mijar hebû. Wî gotibû “ez pêşgotina naxwînim” û bersiva jor dabû min.
Îcar, hema yekser min dest bi beşa yekem kir.
Di vê lênûskê de ez dixwazim li ser hevalê xwe yî hêja Aram binivîsînim. Li gorî dîtin û zanebûna xwe dixwazim li ser wî çend tiştan bibêjim. Ji bo ku malbat, dost û heval wî hebikî din binasin.
Tu nêta min tune ku wilo berhemek zêde wêjeyî û zêde neqişandî be. Bi zimanekî xwezayî, bi dîtinek tazî, wilo wekî min dîtiye û bînaye ez ê binivîsînim.
Ku malbat û hezkiriyên wî bixwînin, bigihêje ber deste wan ez ê kêfxweş bibim.
Belê wê bi giranî roj û bîranînên me yên girtîgehê bin. Lewra li derve em zêde pev re nemane. Piranî jî wê bîranînê Sîncanê bin. Li Sincanê em zêdetir pev re man û me hev û din nasî.
Xwezî niha hemû gotin û çûyîn û bûyînên me di serê min de bûna!
Xwezî min karibûya hemû dewr û demên ku me bi hev re borandiye binivîsanda!...
Yaşar Aslan
Yaşar Aslan kî ye?
Yaşar ASLAN, di sala 1973yan de li gundê Hatxê ku girêdayî Nisêbînê ye, hatiye dinyayê. Dibistana seretayî û lîsê li Nisêbînê xwend. Di sala 1992yan de dema ku li Amedê Zanîngeha Dîcleyê beşa Huqûqê dixwend tev li tevgera azadiyê bû. Ji sala 1993yan û vir de di zindanê de ye. Niha li zindana Tekirdaxê dimîne. Berhema ber deste we berhema wî ya duyemîn e ku tê çapkirin.

Berhemên wî:
* Rengbêj (Çîrok) , Weşanên J&J, 2014 – Amed
* Rengbêj (Çîrok) , Çapa Duyemîn, Weşanên J&J, 2016 – Amed
* Rengbêj (Öykü) Werger: Bedri Adanir, J&J Yayınları, 2016 – Amed
* Sergovend (Jînenîgarî) , J&J Yayınları, 2017 – Amed

 

Copyright © 2016-2017 Ajans J&J. Tüm Hakları Saklıdır. Pelin v1.3 & Cihansoft