PAYLAŞ
Sadece İndirimli Ürünler
Yayınevleri
Yazarlar
Sepetiniz Güncelleniyor...
VİDEO REKLAM
S'îbera Zeyno [Sîya Valahîyê]
Stok Durumu: 50
Ürün Fiyatı: 14.00
H. Kovan Baqî

Sî’bera Zeyno
[Sîya Valahîyê]

Rêzeroman • I
 
“Ji bo edebîyata H.Kovan Baqî, divê mere dakeve bin erdê û bide dûv ruhê mirîyan. 265
Di vê meşê de pênûsa KovanDînizm berê me dide gerdûna kaotîk a Kurmancî û
derîyê afirîneriyê bi şêwazeke nû li me vedike. Û ev derî hezar deriyên dî vedike. Û
her derîyekî dî hezar derîyên dîtir vedike. Û vebûna derîyan her berdewam dike. Di
navbera KovanDînizm û KovaNizm de pirek heye; alîyekî pirê digihîne bêsînorîyê û
aliyê din digihîne abaDînîyê.” [Yildiz Çakar]

“H. Kovan Baqî, serdemeke nû di edebiyatê de daye dest-pê-kirin, ku sînor û
bêsînoriya wê bi gotinan hatiye danîn; yanê sînor û bêsînoriya vê edebiyatê, ji
HÎÇbûneke bêserî digihîne HÎÇbûneke bêbinî.” [Asya Dawid]

“Ji bo çavên ku dikarin bibihîzin, guhên ku dikarin bibînin, ruhên ku dikarin
bipelînin metnên Kovan cîhanên mezin in ku ji giroverika hundirê 0’ê dizên û ji îro
xwe digihînin do, ji do xwe digihînin pêr, ji pêr xwe digihînin pitir pêr û ji helbestê
digihînin çîrokê ji çîrokê digihînin efsaneyê ji wê digihînin destan û romanê û
antîromanê û dîsa vedigerin di hundirê 0a xwe de rûdinên an jî îluzyoneke werê
çêdikin...” [Umran Aran]

“Dikare bê gotin ku bi ezmûnên modernîst re gelek berhemên ecêb, metnên li dijî
adetên edebî derketin. Heta hinek jê seba ku pêwendiya navbera bûyeran pirr sist e,
ne diyar e ka xwediyê rêzebûyerekê ne an na. Mesela Ulyssesa Joyce, Kara Kitapa
Orhan Pamuk, Kapanda Üç Kaplana Cabrera Infante, di edebiyata kurdî de
Heteroglossîaya H. Kovan Baqî…” [Ramazan Alan]
 
 
H. Kovan Baqî, di sala 1972an de li Heramya/Dêrika Çiyayê Mazî/Mêrdîn ji dêya xwe welidî. Dibistana seretayî li Heram-ya/Dêrikê xwend û dev ji xwendina dibistanê berda. Niha li Îzmîrê dijî. Zewicî ye. Bavê du lawan e. Ligel çîrok û romannûsiyê, ceribînan jî dinivîsîne.
Berhemdarî:
Çîroka Çîrokan/Çîrok /2004 /Weşanên Bajar/Stenbol
Bêexlaq/Çîrok/2012/Weşanên Na/Îzmîr
Prematür/Roman /2014/Weşanên Na/Îzmîr (Tirkî)
Heteroglossîa/Roman/2014/Weşanên Ronahî/Diyarbekir – Çapa yekem.
Heteroglossîa/Roman/2017/Weşanên Na/Îzmîr – Çapa duyem
Aporîa/Roman/2015/Weşanên Na/Îzmîr
Dîfférance / Roman /2016 / Weşanên Na/Îzmîr
Aporia / Roman / 2016 7 Weşanên Na / Îzmîr (Tirkî)

Wergerên wî:
Gunehê Heyştemîn – Tomrîs Uyar (Nehatiye çapkirin)
Sewta Do’yê – Ferîd Edgü (Nehatiye çapkirin)

Copyright © 2016-2017 Ajans J&J. Tüm Hakları Saklıdır. Pelin v1.3 & Cihansoft