PAYLAŞ
Sadece İndirimli Ürünler
Yayınevleri
Yazarlar
Sepetiniz Güncelleniyor...
VİDEO REKLAM
%25
REŞ
Stok Durumu: 58
Ürün Fiyatı: 12.00
Kampanya Fiyatı: 9.00

Cîhan Roj, di sala 1965 an de, li gundê Înaqa Gimgimê tê dunyayê. Dibistana seretayî li gund, ya navîn û lîse li Gimgimê xwendiye. Despêka bi kurmancînivîsana wî 1993 ye. Di heman salê de helbest û çîrokên wî têne weşandin. Dîwana wî ya ewil “Ratîka” di sala 2002 an de çap bû. Roj, berê pênûsa xwe dide beyarên çîrokê û xwe li romanê digire. Cîhan Roj ku bala xwe dide de-tayên jiyanê di heman demê de ‘mexdûrên mexdûran’ bi bîra me dixe; ew li kenarên jiyanê ne-sekiniye, hewl daye ciyên ji kenaran dûrtir bi bîra me bixe… Nivîskar, di nivîseke xwe de, wi-sa gotibû; edebiyateke dunyayê heye, dunya li benda me ye ku em bi zimanê xwe, bi dengê xwe, bi jiyana zimanê xwe tonek dîtir ya rengan tevlî edebiyata dunyayê bikin. Kurd, wextê hez di-kin, seba hezkirinê çi dengî bi xwe dixin, kîjan gotinan dibêjin… Ev e, dunya li benda ber-hemên me yên wisa ne… Berhemên wî; * Ratîka (helbest), Weşanên Sî, 2002 – Stenbol * Meyman, (Çîrok), Weşanên Lîs, 2006 – Amed * Deriyê Çîrokê (Çîrok), Weşanên Do, 2008 – Stenbol * Aqil Diçe Sewda Dimîne, (Helbest), Weşanên Do, 2008 – Stenbol * Gîtara Bê Têl, (Roman), Weşanên Do, 2009– Stenbol * Meşa Moriyan, (Roman), Weşanên Evrensel, 2011 – Stenbol * Perde, (Roman), Weşanên Na, 2012 – Îzmîr * Sehne, (Çîrok), Weşanên Yekîtiya Nivîskarên Kurd, 2013 – Duhok * Ji nû ve Gîtara Bê Têl, (Roman), Weşanên J&J, 2014 – Amed * Serkêş, (Roman), Weşanên J&J, 2014 – Amed * Hurcahil (Roman), Weşanên J&J, 2015 – Amed * Reş (Roman), Weşanên J&J, 2015 – Amed

Copyright © 2016-2017 Ajans J&J. Tüm Hakları Saklıdır. Pelin v1.3 & Cihansoft