PAYLAŞ
Sadece İndirimli Ürünler
Yayınevleri
Yazarlar
Sepetiniz Güncelleniyor...
VİDEO REKLAM
%20
Rûpelên Binaxkirî
Stok Durumu: 13
Ürün Fiyatı: 15.00
Kampanya Fiyatı: 12.00

PÊŞGOTIN

 

 

 

 

 

 

 

Piştî 18 salan carekî din merhaba ji çîrokên Kurdistanê re. Ev e 18 sal e ku ez ji van çîrokan dûr ketibûm, min nedigotin û ne jî gohdarî dikir. Lewra çawa ku tê zanîn, piştî sala 1980yî televîzyon bi piranî ketin Kurdîstanê. Piştî ku televîzyon derketin, çîrok jî hatîn hilanîn. Êdî kesî ne çîrok digotin û ne jî kesî gohdarî dikirin. Ev bi piranî wisa bû. Bi vî rengî ew şavbêrkên Kurdan jî, hêdî hêdî ji holê rabûn.

Dewleta dagirker, di her hêlê de gelê Kurd dixist bin bandora xwe û bi ber tinebûnê ve dehf dida. Pişaftineka ecêb dihat meşandin. Gelê Kurd wek qafoyan ketibû ser ruyê çemekî mezin û ber bi deryaya bêbinî ve diçû. Diviya ev çûyîn bihata sekinandin.

Lê çawa? Bêguman bi tekoşîneka dijwar gengaz dibû. Lewra çem gur bûbû, har bûbû, her tiştê ku dikete pêşiyê bi xwe ve dibir, tune dikir û wenda dikir. Diviya li pêşiya vî çemî bendekî ji pola bihata çêkirin.

Lê bi çi rengî? Ji aliye Tevgera Rizgariya Kurdistanê ve hîmê bendê hate avêtin. Piştî gavavêtina 15ê Tebaxa 1984an bi kêferat, bi kedekî ecêb û bi xwîna ciwanan bendekî ji pola zeximtir li pêşiya vî çemê har bilind bû û ev herikandina bêyom da sekinandin.

Kurd ji nû ve bû Kurd! Lê Kurdekî çawa? Kurdekî xwedîvîn, Kurdekî ku li nasnama xwe, li welatê xwe û li hemû nîrxên xwe yên netewî xwedî derkeve, Kurdekî ku êdî ji biyaniyan re na, ji xwe re jiyan bibe. Kurdekî ku bi hezar salan e ne dibû yek, îro dibe yek û êdî dikare di nav malbatên cîhanê de cî bigire… Her weha, bû kurdekî ku, di encama şerê 15salan de, nirxên netewî wêje û çanda gelê Kurd, ji nû ve vejîne û kûlîlk da. Çawa ku di şexsiyetê de şoreşek pêk hat, wisa di wêje û çandê de jî şoreşek çêbû. Lewra bê wêje jiyan naxemile, xweşik û xweş nabe. Her wisa “…Wêje delalkirina jiyanê ye, wêje giyanê wê û dewlemendiya wê ye. Em delal dibînin ku ew jî, tenê bi şoreşê gengaz e ku bi dest bikeve…”[Abdullah Ocalan]

Bi vî rengî ew çanda gelê Kurd, bi gelemperî ya Mezopotamya –ku ji hemû gelên heremê û cîhanê re çavkanî bû– ku bi hazar salan e dagirkeran binax kiribû, pişaftibû, dizîbû, berevajî kiribû, bi Tekoşîna Rizgariya Netewa Kurdîstanê re ji nû ve ji bin axê aj da, îro wekî şitleka can bilind dibe. Her çiqas vê gavê di vê hêlê de xebat, berhem hindik be jî, lê bingehekê zexim hatiye avêtin. Li ser vê bingehê hûner, wêje, ziman, çand û hemû nîrxên netewî bilind dibin. Jixwe riknekî netewîbûnê jî ev e. Rastiya Kurdan jî, ji vê yekê re nêzîke. Her wisa “Bingehê rastiya Kurd, ku ji wêjeya şoreşê re bimeyl e, rastiyek e. Di dawî de jî, çi qas diçe wêjeya şoreşê li hemberî dagirkeriyê dibe hêzekî mezin.” [Abdullah Ocalan]

Gava ku gelekî ber tinebûn û pişaftinê ve diçe, herî dawî çand dimîne, ku ew jî here êdî behsa hebûna wî gelî nayê kirin. Lê ku hêj çanda gelekî wenda nebûbe, gengaz e ku ji vejîna wî gelî re bibe haveyn. Gelê Kurd jî pir tiştên xwe wenda kiribû û çand jî diçû. Lê hê jî di nav gel de, nemaze di nav jinên Kurd de hindik be jî çand mayî bû. Ev jî ji vejînbûna Kurd re wekî havênekî ye.

Çîrokên Kurdan jî, ji çanda wan perçeyek e. Ev çîrok, her yek wek romanekî ye. Ji ber ku ziman, çand û wêjeya Kurdî, bi nîvîskî pêş neketiye, li pêşiyê bend hebûn, mesele, bûyer û xwestekên xwe bi devkî ji nifşên nû re berdidan. Heke ku Zimanê Kurdî bi nivîskî pêş biketa, wê her çîrokek romanek bana. Kalên Kurd, di şevbêrkan de ev çîrokên xwe ji ciwan û zarokan re berdan, heya roja îro hatin. Îcar di dawiya şerê 15 salan de, pêvajoyeka nû dest pê kir. Di vir de li gorî pêvajoyê pêwîst e ji her hêlî ve xebateke bêhempa were meşandin. Her weha divê ji hêla çandê ve jî ev kêferat were meşandin. Heke ku ji hazar salan çîrokên Kurdan heya îro hatibin, divê ji îro pê ve wenda nebin. Lewra îro zimanê nivîskî pêş ketiye û pêş dikeve. Nexwe divê ev çîrok werin nivîsandin, da ku êdî tu car wenda nebin. Ya herî girîng, li hemberî înkarkirina Kurdan ku ji hêla dagirkeran ve tê kirin, divê ev çîrokên hanê bi awayekî dewlemendî wekî belgeyên dîrokî werin nivîsandin û ji raya giştî re werin pêşkêşkirin.

Ev çîrokên ku min nivîsandine, min di zarokatiya xwe de ji kalên Kurdan, hinek jî ji dayîk û ji xûşka xwe ya mezin girtine. Bê guman ne ev tenê bûn. Min pêşî 45 çîrok jiber kiribûn. Min bi deh caran di şevbêrkan de, li medresê ji feqiyan re gotine. Gava ku keç û jinan di şevên zivistanê de şeîre çêdikirin jî, gazî min dikirin û min ev çîrok ji wan re digotin. Lê mixabin di vî 17-18 salên dawî de min pirê wan ji bîr kirin, tenê ev 15 çîrok di serê min de mabûn. Eve çend sale ku di dilê min de hebû ez binivisînim. Lê min fersend nedît. Dawî de bi min re ev ramana hanê çêbû: “Kesên ku ev çîrok ji min re gotine, bi piranî mirine. Diya min û xûşka min jî vêga ji bîr kirine. Lewra piştî salên 1980yî êdî ne dihatin gotin. Ez jî di zindanê de, di destê neyar de me. Sibê ez werim kuştin, wê ev çîrokên xweş wenda bibin, herin. Ev jî li hember gel û çanda wî deyndariyek e. Nexwe divê ez binivsînim, da ku wenda nebin.” Tim ev raman di serê min de çû û hat.

Bêguman ji bilî min heye ku gelek kesên din jî van çîrokan bizanibin. Lê ez dibînim ku nanivisînin. Belkî nivisandina wan kesan tunebe, yan jî serê xwe naêşînin. Di dawiyê de sala par min xwest binîvisînim, lê pêvajoya Romayê dest pê kir. Pêvajoya Romayê, pêvajoya giranbû, min nikaribû binivisanda. Piştî ku min nîqaş û guftûgoyên li ser Zimanê Kurdî û dihat gotin ku divê li ser ziman, hûner û çandê were seknandin, min jî biryar da ku înca van çîrokan binîvsînim. Min giraniya xwe da serê, di navbera 2 meh û nîvan de ev çîrok nivisandin.

Ji çend hêlan ve ferz e ku ev çîrok bêtin nivîsandin. Nemaze di vê pêvajoyê de divê her kes li ser ziman, hûner, çand û wêjeya Kurd bisekine. Ji hêlekî ve yên kevin, yên dîrokî wergerînin zimanê nivîskî, ji hêla din ve li ser vî xîmî û li ser berhemên Tekoşîna Rizgariya Netewa Kurd li gorî pêvajoya berhemên nû biafirînin. Lewra ev çîrok ji me re wekî dîrokê, jiyana gelê Kurd ya berê didin xuyakirin. Bi vî rengî divê dîrok neyê jibîrkirin, were naskirin û berhemên nûh derkevin holê, da ku pirtûkxana netewa Kurd tijî û dewlemend bibe. Dîsa mirov dikare di van çîrokan de jiyana Kurdan –çi baş, çi xirab– ya berê û ya îro bide ber hev û guherandina gelê Kurd bibîne. Hingî wê were dîtin ku Tekoşîna Rizgariya Kurd çi qas nûkirin daye avakirin.

15 çîrok. Hinek pir bi cewher in, peyamên girîng didin û rastiya jiyana Kurdan ya berê didin xuyakirin, hinek jî mîtolojik in û çend hebek jî bi ken û komedî ne. Çîroka Çolo. Ya Ulîfincana Diyarbekir û yên wekî wan bi rastî peyamên xweş didin. Ev çîrokên wisa tev ji romanên Kurdan re çavkanî ne. Yek jî, mirov dikare van çîrokan ji xwe re bingeh bigire li ser vî hîmî romaneka delal binivisîne. Çawa ku Yaşar Kemal bi vî rengî pirtûka; “Sê efsaneyên Anadolê” nîvsandiye. Wêjevanên me jî dikarin ji nû ve bidin destê xwe, bi şertê ku bi cewherê wê ve girêdayî bimînin, ji hêla wêjeyê ve dewlemend bikin û her yekî bikin romanekî qedirbiha.

Min ev çîrok bi zimanekî hêsan nîvîsandin. Yanî çawa ku min bihîstibû wisa nîvîsand. Ji ber vî qasî ziman hinekî herêmî ye. Ez ji cewherên wan dûr nebûm, min ji bal xwe tiştek ne xiste nav wan. Di hinek ciyan de –pir hindik– ji bo ku hev û din bigire hinek hevokên min ketine navê. Lê heye ku min hinek xal ji bîr kiribin, ne hatibin dayîn. Ji ber vî qasî û ji ber hemû kêmasiyên min yên di van çîrokan de ez bexşandina xwe hêvî dikim û dixwazim. Bê guman ji hêla ziman, îmla û lihevhatinê gelek kêmasiyên min çêbûne. Ez dixwazim ku ev kêmasî jî werin bexşandin, pirtir bala xwendevanan here ser cewherê çîrokan. Daxwaziya min tenê ew e ku ez ji hêla çand û wêjeya Kurd ve feydeyêkî bidim û xizmetekî bikim. Bi vî rengî ez ji hemû rewşenbîr, wêjevan û ji xwendevanên Kurd hêvî dikim ku ew jî ji bo çand û wêjeya Kurd bikevin nav kêferat û hewldanekî.  13. 12. 1999

 Zindana Bartinê

Feysel OZDEMÎR 

 

Feysel Ozdemîr; Di 1967an de li gundê Siya ku Girêdayî navçeya Misircê ye ji dayik bûye. Wî di 1978an de dibistana seretayî diqedîre, di heman demê de bavê wî dersên ilmê olî ango ên Erebî dide wî, şûn de ew li medreseyan dixwîne. Ji ber ku bavê wî mele bû wekî mirovekî kurdperwer dihate naskirin bi xwezayî derdorê malbata wan welatparêz dizaniyan. Biçûkahiya wî bi xwendina qesîde û helbestên Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran, Saydayê Cegerxwîn derbas dibe. Di sala 1985an de ew medresê diqedîne û îcazetê werdigire. Ew di 1986an de li gundê Uşiyê ku girêdayî Misircê ye dibe mela û li wir salekê melatî dike û dersa feqiyan dide. Piştî hinge dev ji melatiyê ber dide û diçe dibe karker. Di sala 1992yan de ji ber welatparêzî û kurdperweriya wî bi sedema endamtiya rêxistinê ji hêla dewletê ve tê girtin û dikeve zindanê. Piştî 9 sal û 4 mehan ji zindanê derdikeve. Ew zewicandî ye û bavê 6 zarokan e.

          Ew xebatên xwe yên wêjeyî û nivîskariyê di zindanê de pêş dixîne. Gelek berhemên Kurdî dinivîse û wekî destnivîs dişîne derve, lê dewlet desteser dike. Hinek jê xilas dibin û piştî ku dertê derve xebatên xwe ji nû ve digire dest û li ser wan dixebite. Ev berhema berhevkariyê ya ber destê we xebata wî ya yekemîn e ku çap bû ye. 

Copyright © 2016-2017 Ajans J&J. Tüm Hakları Saklıdır. Pelin v1.3 & Cihansoft