PAYLAŞ
Sadece İndirimli Ürünler
Yayınevleri
Yazarlar
Sepetiniz Güncelleniyor...
VİDEO REKLAM
Qurbaniyên Gunehkariyê
Stok Durumu: 50
Ürün Fiyatı: 20.00

QURBANIYÊN GUNEHKARIYÊ

Heysem Hisên

 

 

Heysem Hisên kî ye;

Heysem Hisên, Romanivîsekî kurd e, sala 1978 li Amûda Rojavayê Kurdistanê ji dayik bûye. Li Edinburgha Brîtanyayê niştecî bûye. Endamê Komeleya Nivîskarên Brîtanî ye. Her wisa endamê Yaneya Pênûsa Skotlandî ye. Di rojnameyên Erebî de dinivîse. Ji sala 2012an ve, weke peyamnêr di tora “aljazeera.net” de kar dike. Goşeyeke wî ya heftane di rojnameya “El-Ereb”a Londonî de heye. Damezrêner û birêveberê malpera “alriwaya.net” e. Ev romana wî ya “Qurbaniyên Gunehkariyê” ji aliyê Yana Bicîska ve hate wergerandin bo Zimanê Çîkî û bi pêşkêşkirina helbestvan, nivîskar û serokê Yaneya Pênûsa Çîkî, Bêrcî Dîdcîk, sala 2016 hate belavkirin. Ji heman romanê teksteke şanoyê bi Zimanê Çîkî hate amadekirin. Kovara “Banipal” a Londonî, li nav dosyeyeke taybet bi wêjeya Sûrî, di hejmara 57an de, çend beşên heman romanê bi Zimanê Ingilîzî weşandin.

Berhemdarî:

* Aramê Tuxmê Êş û Aazaran [Roman] Çapa Yekem, Weşanxaneya el-Yenabî’, Swêd 2006; Çapa Duyem, Weşanxaneya el-Nehreyn, Şam 2010.

* Qurbaniyên Gunehkariyê [Roman] Çapa Yekem, Weşanxaneya el-Tekwîn, Beyrût, Şam 2009.

* Derziya Tirsê [Roman] Weşana Dîfaf û el-Ixtîlaf, Beyrût-Cezayir 2014.

* Giyayeke Ziyandar li Buhiştê [Roman] Weşana Miskîlyanî, Tûnis 2017.

* Roman di Navbera Mînkirin û Tilisimkirinê de [Rexneya Romanê] Çapa Yekem, Weşana Nûn, Sûriya 2011.

* Roman û Jiyan [Rexneya Romanê] Weşana el-Rafid, Îmarat 2013.

* Romanivîs li Daholên Cengê dide [Rexneya Romanê]  Weşanxaneya Wereq, Dubey 2014.

* Kesayetiya Romanê... Keştiya Dahênan û Destpêkirinê [Rexneya Romanê] Weşanxaneya Nûn, Îmarat 2015.

* Kî Memo dikuje..? [Werger] Hejmarek ji şanoyan. Wergerandin ji Kurdî: Heysem Hisên. Daner: Beşîr Mela. Weşana Emarda, Beyrût 2007.

* Qurbaniyên Gunehkariyê [Roman], Weşanên J&J, 2018 - Amed

Copyright © 2016-2017 Ajans J&J. Tüm Hakları Saklıdır. Pelin v1.3 & Cihansoft