PAYLAŞ
Sadece İndirimli Ürünler
Yayınevleri
Yazarlar
Sepetiniz Güncelleniyor...
VİDEO REKLAM
%25
Qesra Helbestên Xemgîn
Stok Durumu: 50
Ürün Fiyatı: 10.00
Kampanya Fiyatı: 7.50
Em di dengvedana xeyalên şevan de
Karkerê roniya wenda bûn
Destên me bê ba
Lêvên me bê ramusan
Li eniya me şopa pençên şêran hebû
Em li kîjan serdemê dibûn rêwî
Li rûyê me berhev dibû
Avnûska çavên zarokên sêwî
Di xewnên me de dibû girêhişk
Destarê palandina hezkirinê…
Me navê kîjan kulîlkê dipirsî
Lehiya ji xemginiyê radibû
Xelaya perperikan dest pê dikir
Vediguheriya rawestgeha barê feqîriyê
Qefesa dilê me…
Me dema dest diavêt turikê hêmayê
-Ku radibû çargaviya mişt hestên parzunkirî –
Dilê keçên me dihat rapêçandin
Bi nameyên morkirî
Mija li ser guldexwînan dibû rewrewk
Qulingên gundên şewitî difirîn
Ber bi raza rojnûska koçberiyê…
Arjen EREZ, di sala 1974an de li gundê Heciyê ku girêdayê navçeya Tatosa Erziromê ye, ji dayîk bûye. Navê wî yê berê Îsa Kaya ye. Dibistana seretayî li gundê Hecî dixwîne. Di 1998an de ji ber xebatên şoreşê li Stenbolê tê girtin. Piştî darizandina ku deh salan didome ji mûebetê hukum dixwe. Di zîndanê de bi wêjeyê re hevnas dibe. Xebatên wî yên wêjeyî berê bi zimanê Tirkî be jî pişt re biryarê digire û vedigere zimanê Kurdî – zaravayê Kurmancî. Niha li kêleka xebatên wêjeyî xebatên li ser wêneyê jî didomine. Pirtûka helbestê ya bi navê “Qesra Helbestên Xemgîn” pirtûka wî ya ewil e. Niha li zindana Edirneyê ya F Tîpiyê dîlgirtî ye. 

Berhemdarî:
Qesra Helbestên Xemgîn (Helbest), Weşanên J&J, 2016- Amed
Copyright © 2016-2017 Ajans J&J. Tüm Hakları Saklıdır. Pelin v1.3 & Cihansoft