PAYLAŞ
Sadece İndirimli Ürünler
Yayınevleri
Yazarlar
Sepetiniz Güncelleniyor...
VİDEO REKLAM
Parêznameya Sokrat
Stok Durumu: 0
Ürün Fiyatı: 0.00

Parêznameya Sokrat

Werger: Mehmet Kurt

Felsefe

"Sokrat, Avakarê Felsefeya Yewnanêye. Ew berî zayina Îsa di sala 470yî de li Aloppekê û li Atika jî 399an de li Atina çûye ser dilovaniya xwe. Kurê Sofroniskosê ku peykertiraş û ebakê Fenaretê ye. Nasnameya wî jî bi serê xwe pirsgirêkeke felsefê ye.

Niqaşkirina feylesofan û dîroknasan di der barê Sokrat de ku têne gotin jî hevû du nagirin. Yanî hemû kes li gorî xwe dîrokekê dide nîşandin. An jî portreya wî wekî bi sazî hatiye xêzkirin.
Derbarê Sokrat de gelek çîrokên kevn hatinê gotin. (Platon, Ksanafon, Aristofanes, Aristotales, Aristeksennos) Sokrat di demekê de ku wêje zêde hebû jî tu tişt nenivîsiye, di demekê de ku mamosteyên profesyonel (pispor) pir hebûn jî, ji bo xwe mamosteyî wekî karekî fermî jî nehilbijartiye. Tê gotin ku di hemû jiyana xwe de ancax sê (3) caran ji Atinayê derketiye. Carekê ji bo pêwistiya berpirsiyara leşkeriya xwe, carekê jî ji bo ku çûbû cem Delfî ku şêwra biliciyê bike û çûbû perestişgeha Apolon a ku li ser dîwarê wê nivisandibûn “Xwe nas bike” bibîne."

Wergêr Mehmet Kurt kî ye?

Mehmet Kurt, di sala 1987an de li Mêrdînê, li navçeya Kerboranê, li gundê Baskilakevir hate dinyayê. Di sala 1995an de ji ber şewitandina gundê wan, bi malbatî koçî Stenbolê kirin. Ew di sêzdesaliya xwe de bala xwe dide ser siyasetê. Di pazdesaliya xwe de tê binçavkirin. Di huvdesaliya xwe de dîsa tê girtin û temenê wî tê mezinkirin û ceza lê hate birîn. Li girtîgehê ji aliyê nivîs û wêjeyê ve xwe perwerde kir. Dest bi nivîsîna gotar û helbestan kir. Xebata ber destê we ji encama vê xebatê derketiye. 
Berhemdarî;
* Parêznameya Sokrat (Werger– Felsefe) J&J, Amed– 2017

 

Copyright © 2016-2017 Ajans J&J. Tüm Hakları Saklıdır. Pelin v1.3 & Cihansoft