PAYLAŞ
Sadece İndirimli Ürünler
Yayınevleri
Yazarlar
Sepetiniz Güncelleniyor...
VİDEO REKLAM
%25
PAYÎZA PELWEŞAN
Stok Durumu: 49
Ürün Fiyatı: 10.00
Kampanya Fiyatı: 7.50

Kadîr Çelîk; kurdekî ji Anatoliya Navîn e û di sala 1964an de li gundê Omê ya ser bi Konyayê ve girêdayî ye hatiye dinê. Çelîk di maleke kurdewar de mezin bû. Bavê wî zanayê dema xwe bû. Ji gotûbêjên bavê xwe yên li ser dîrok û çanda Kurdan sûd û bandor wergirt. Ji biçûkaniya xwe de li ser çanda Kurdî ya devkî bala wî ya mezin hebû. Çelîk xwendina xwe ya seretayî û ya navendî li gundê xwe qedand. Ji wê bi şun de derbasî bajarê Enqerê bû û piştî ku çend salan li Enqerê ma di bîstsaliya xwe de derkete derveyî welêt û li Swêdê bi cîh û war bû. Rewşenberiya Kurd ya li Swêd û her wiha xebatên çandî û siyasî li ser Kadîr Çelîk bandoreke mezin kirin û Çelîk bi lezgînî dest bi xwendina zimanê Kurdî kir û bi vî hawî deriyê wêjeya Kurdî li ber xwe vekir. Çelîk bi salan li Swêd wergeriya Kurdî û Swêdî kir. Kadîr Çelîk ji hêlekê de lêkolîna helbesta Kurdî dikir û ji hêla din ve jî hel-best, pexşan, kurteçîrok û nivîsên siyasî û cîvakî dinivîsandin. Berhemên wî di gelek ko-var, malper û bernaman de hatin weşandin. Çelîk ji sala 2004 an ve di cûrbecûr televîz-yonên Kurdî de bernameyan diweşîne. Niha jî di Newroz TV de, him amadekarî û him jî pêşkêşvaniya bernama "Hest û Helbest"ê dike. “Payîza Pelweşan” berhema Kadîr Çelîk ya yekemîn e. Lê di destê wî de çend dosyeyên din yên çapê jî hene. Wî daye dû rêça helbsetê û şopa xwe ya helbsetê çêkiriye û dimeşe. Û dibêje; “Dema tu bigirî / Dê jiyan bibe helbesteke reşgirêdayî / Helbesta huznê û xemgîniyê / Helbesta evînên wenda / Helbes-ta ji veqetînan xembar / Helbesteke dirêj / Û ji giryanê birîndar” Berhemên Wî: * Payîza Pelweşan, Helbest, Weşanên J&J, 2015 – Amed

Copyright © 2016-2017 Ajans J&J. Tüm Hakları Saklıdır. Pelin v1.3 & Cihansoft