PAYLAŞ
Sadece İndirimli Ürünler
Yayınevleri
Yazarlar
Sepetiniz Güncelleniyor...
VİDEO REKLAM
%25
PÊNC MIFTE û WIJDANEK
Stok Durumu: 38
Ürün Fiyatı: 16.00
Kampanya Fiyatı: 12.00

Edîb Polat, di sala 1964an de li gundekî Amedê hatiye dunê, zankoyê li heman bajarî kuta kiriye. Demekê mamosteyê bîyolojiyê bû. Ji bo Pirtûk û nivîsên xwe gelek caran hatiye darizandin û di zîndanan de maye. Ji sala 1999an heta niha di Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de wekî biyolog dixebite. Di Sibata sala 2015an de li Zankoya Artûklû Beşa Ziman û Çanda Kurdî masterê (lîsansa bilind) kuta kiriye, bavê du zarokan e, wekî bîyolog jiyana xwe li Amedê didomîne. Du xelatên navnetewî yên Azadiya Ramanê sitendine: Xelata Barbara Goldsmith (PEN) a Azadiya Nivîsê (1994) û Xelata Human Right Watch a Azadiya Ramanê (1994). Berhemên wî: 1. Diyarbakır Gerçeği (Lêkolîn-Bîranîn, bi tirkî). Çapa yekem: Form Ofset, Enqere, 1988. Çapa duem: Rêza Weşanên Komeleya Mafê Mirovan, Enqere, 1989. Çapa sêem: Weşanên Başak, Enqere, 1991. 2. Newrozladık Şafakları (Roman, bi tirkî) Çapa yekem: Weşanên Pelêsor, Stenbol, 1990. Çapa duem: Weşanên Başak, Enqere, 1991, Çapa sêem: Weşanên Tevn, Stenbol, 2008. 3. Devletsiz Ülkeden İzdüşümler (Şirove-Lêkolîn, bi tirkî) Çapa yekem: Weşanên Pelêsor, 1992, Stenbol. 4. Bilim Dilinde Kürtler ve Kürdistan (Lêkolîna Zanistî, bi tirkî) Çapa yekem: Weşanên Ötekî, 1992, Enqere. Çapa duem: Weşanên Evrensel, 2004, Stenbol. Çapa sêem. Weşanên Evrensel, Stenbol, 2008. 5. Sevgilim Sevgisiz Ölüm (Roman, bi tirkî) Çapa Yekem: Weşanên Sîs, Enqere, 1998. 6. “Zinacı” (Çîrok, bi tirkî) Weşanên Pêrî, Stenbol, 1999. 7. Şorbe û Fedî, Xela û Xeyidî (kurteçîrok, bi kurdî) Çapa yekem: Weşanên Pêrî, Stenbol, 2005. 8. Ristemê Zal (Roman, bi kurdî) Çapa yekem: Weşanên Evrensel, 2007, Stenbol. 9. Dûvpişk Bi Xwe Venade (Roman, bi kurdî) Çapa yekem: Weşanên Evrensel, Stenbol, 2011. 10. Hawara Roboskî (Helbest, bi kurdî) Çapa yekem: Weşanên Ronahî, Amed, 2012. 11. Pênc Mifte û Wijdanek (Roman, bi kurdî) Çapa yekem: Weşanên J&J, Amed, 2015.

Copyright © 2016-2017 Ajans J&J. Tüm Hakları Saklıdır. Pelin v1.3 & Cihansoft