PAYLAŞ
Sadece İndirimli Ürünler
Yayınevleri
Yazarlar
Sepetiniz Güncelleniyor...
VİDEO REKLAM
%25
Maha
Stok Durumu: 50
Ürün Fiyatı: 8.00
Kampanya Fiyatı: 6.00
"....
Keça biçûk hinekî din ber bi wî ve hatibû. Destê xwe di ser porê keçikê yê hevrişmî re xuşand û jê pirsî:
- Keça delal, navê te çi ye?
- Navê min Maha ye.
- Ev ne mala Feyaz e?

Hîn keçikê bersiv nedabû mirovekî deriyê xanî vekir û bi rûkenî ber bi wî ve hat. Weke ku dostên hev ên çil salî bin hev û du silav kirin û hembêz kirin. Nivîskar weke ku Şeref ji Feyaz re qalê kiribû, mirovekî devliken û xwînşîrîn bû. Feyaz dizanîbû ev nivîskarê ku navê wî Ekrem e. Lê weke ku edet bû dîsa jê pirsî:
- Tu rêzdar Ekrem î, ne wisa?
Ekrem serê xwe hejand û got:
- Tu jî rêzdar Feyaz î?
- Belê tu ser seran ser çavan hatî. De ka keremke em derbasî hindir bibin. Hîn çaya taştêyê germ e.
Derbasî hindir bûn. Hindirê xanî wekî pêşengehekê bû. Gellek wêneyên ji fîlmên eşqê bi êş û jan bi diwêr ve hebûn. Ji fîlma “Tîtanîk” bigre heya fîlma “Deftera Notê”. Hîna şaşwaziya bexçe ji ser xwe navêtibû vê carê hindirê malê ew şaşwaz kiribû. Şerefê ku Feyaz jê re digot Şero çîroka jiyana Feyaz jê re gotibû. Çîroka jiyana Feyaz bala Ekrem kişandibû, xwestibû wî binase û jiyana wî binivîsîne. Dema soza nivîsandina jiyana Feyaz dabû Şeref hinekî dudil bû. Lê dema bi xwe Feyaz dît, rewş û hewşa wî dît xwesteka nivîsandina jiyana Feyaz pê re xurt bû. Hin tişt pê balkêştir bûbûn.
...."
 
Hecî Nehsan, di sala 1974an de li gundê Korikê ku girêdayî Kobaniyê ye hatiye dinyayê. Ji biçûkaniya xwe de bi wêjeyê re mijûl e. Hêçan/cerribîn û helbestên wî di kovarên wekî Çîrûsk, Hawara Botan, Golik, W, Eylul, Tîroj, Roza û Umuş Eylul de hatine weşandin. Ew 20 sal in ku, ji doza siyasî di girtîgehê de ye. Niha li girtîgeha Tekirdagê zindankirî ye. 

Berhemdarî:
Zêmarên Çûyînê (Hêçan), Weşanên J&J, 2013- Amed
Agrîna (Helbest), Weşanên J&J, 2014- Amed
Nofa (Çîrok), Weşanên Ar, 2014- Stenbol
Şîna Şevê (Helbest), Weşanên Ar, 2015- Stenbol
Arjenîka, (Hêçan), Weşanên J&J, 2016 - Amed
Maha, (Çîrok), Weşanên J&J, 2016 - Amed
Copyright © 2016-2017 Ajans J&J. Tüm Hakları Saklıdır. Pelin v1.3 & Cihansoft