PAYLAŞ
Sadece İndirimli Ürünler
Yayınevleri
Yazarlar
Sepetiniz Güncelleniyor...
VİDEO REKLAM
Firtonek Ahmo û Talaz Hemê
Stok Durumu: 25
Ürün Fiyatı: 15.00

Firtonek Ahmo û Talaz Hemê

Resul Ustun

Pêkenok

 

Pêşgotin

Îro, dema ku Mamoste Resul Ustun ji min re telefon kir bo ku ez berhema wî ya bi navê “Pêkenokên Amedê” bixwînim û pêşgotinek binivîsim, ez hinek bo ku dema min a vala tune bû bi ber ketim. Lê dema ku rojev xizmeta kurdî be, êdî ava çem û kaniyan radiweste, ez nikarim rawestim.
Jixwe vê havîna çûyî rojek ez û Mamoste Resul bûbûn mêvanê Abdulnasir û hinek behsa vê xebatê derbas bûbû. Min meraq kiribû û min jî jê xwestibû, gotibû ku divê ev berhem bi kurdî be. Mamoste Resul got belê bi kurdî ye. Pêkenok jî beşek ji folklorê ne. Bi zimanek biyanî nikarin bêne nivîsîn. Pêkenok jî wek gotinên pêşiyan, dûrik, tiştanok û hwd. dema tên xwendin bi ahenga xwe çêjek, tamek taybeta a ku ji zimanê netewî tê didin meriv. Meriv didin kenandin û pê re jî didin ramandin.
Dema min Pêkenokên Amedê xwendin, min dît ku pêkenokên kurdan jî him xwedî mijarên taybet in, wek pêkenokên Firtonek Ahmo û Talaz Hemê him jî xwedî mijarên hevpar ên cîhanî ne wek helwestên şêt (dîn)an ên erotîk û hwd. Dema min vê berhemê xwend, ez him pê keniyam him jî pê re ramiyam. Ez hêvî dikim ku xwendevanên vê berhemê bixwînin him demek xweş bi ken û kêf derbas bikin him jî li ser rewşa netewa xwe ya zimanî, çandî û hwd. biramin.
Îro roja xoşevîst (evîndar)an e. Êdî dê ev berhem jî bibe diyariyek bo ciwanên kurd ên wek Senayî ku di derbirîna evîna xwe de zehmet dikişînin.
14.02.2017
Ahmed KANÎ

 

Resul Ustun, di 4ê Reşemiya 1959an de li Erxeniyê hatiye dinyayê. Di malbateke cotkar de hatiye dinyayê. Dibistana seretayî û ya navîn û lîseyê jî heta pola 2yan li Erxeniyê, pola dawîn jî wekî penaberê siyasî li Batmanê xwend. Dibistana bilind, di sala 1978an de li Enstîtuya Perwerdeyê ya Mêrdînê temam kir. Di sala 1979an de wekî mamosteyê polê dest bi mamostetiyê kir. Li Erzerom, Tekman, Pasînê, Xunis, Amed, Karaz û Erxeniyê mamostetî û rêveberiya dibistanê kir. Resul Ustun, di salên lîseyê de dest bi nivîsînê kiriye. Helbest û gotaran di wê demê de dinivîse. Di sala 1976an de gotara wî di rojnameya Hurriyetê de tê weşandin. Gotara wî li ser karkerên çandiniyê bû. Piştî vê gotarê ji her derê jê re rexneyên erênî tên û ev jî hêz didê ku di nivîsînê de xwe pêş ve bibe. Bi hatina darbeya 12 Îlonê re wekî her rewşenbîrî, Resul Ustun jî di çerxa îşkenceyê re derbas dibe. Bi salan li Enzerom û Amedê tê darizandin. Di encamê de tê beratkirin, lê ji hemû karan tê bidûrxistin û nikare di tu sazî û dezgehên dewletê de nikare bike. Ji kar tê avêtin. Ew jî li hember vê yekê doza dijber vedike û piştî 5 salan dozê bi dest dixe û dîsa li mamostetiyê vedigere. Ew her kar û xebatên xwe yên nivîskariyê didomîne. Helbest û nivîsên wî di kovar û rojnameyên wekî, Esmer, Berfîn Bahar, Ozgur Gundem, Yeni Yurt, Ergani Haber û yd. tên weşandin. Resul Ustun, li Amedê jiyana xwe dewam dike, zewicandî ye û bavê 3 zarokan e. 

Berhemdarî;
* İkizleri Ayırmayın / Toplumsal Eğitimin Temel Kuralları (Hêçan– Tirkî), 2000
* Zaman Pusuda (Helbest– Tirkî), 2005
* Deşifre Etme Yalnızlığımı (Helbest– Tirkî), 2008
* Ay Işığı Tanıklığı (Roman/Serpêhatî– Tirkî), 2016
* Firtonek Ahmo û Talaz Hemê [Pêkenokên Amedê], (Pêkenok), J&J, Amed– 2017
* Xewna Yarê, (Helbest), J&J, Amed– 2017

 

Copyright © 2016-2017 Ajans J&J. Tüm Hakları Saklıdır. Pelin v1.3 & Cihansoft