PAYLAŞ
Sadece İndirimli Ürünler
Yayınevleri
Yazarlar
Sepetiniz Güncelleniyor...
VİDEO REKLAM
%25
Ferhenga Somerî Kurdî - Kurdî Somerî
Stok Durumu: 63
Ürün Fiyatı: 12.50
Kampanya Fiyatı: 9.38

Ferheng hem bi Somerî-Kurdî, hem jî bi Kurdî-Somerî ye. Ango duzimanî û dualî ye. Di vê ferhenga li ber destê we de bi qasî 1500 peyvên Somerî hene. Wateya wan a bi Kurdî hatiye danîn. Di derveyê wê de peyvên pîşeyî û çend deqên Somerî jî li dawiya pirtûkê cî digirin.  Ji bo bikaranîna ferhengê çend têbinî:


* Di peyvên Somerî de hin xal [.] hatine danîn. Ev xal ji bo ku yekeyên peyvên somerî bêne dîtin hatine danîn. Ji aliyê wateyê ve tu pozîsyona wan tine ye. Di bilêvkirinê de jî heman tişt derbasdar e. Wekî mînak: Ê.DUB.BA.A dema ku bê bilêvkirin wekî ÊDUBBAA tê gotin.


* Di peyvên Somerî de determînatîf jî bi awayekî taybet hatine nîşandan. Ev bi tîpên hûrdek hatine danîn. Wekî mînak: MUNUSLI.SIKIL


* Ji bo xwendevanên Kurd bi hêsanî bikaribin jê sûd wergirin me aliyê Kurdî-Somerî jî amade kir. Di beşa Kurdî-Somerî de peyv û nav û têgihên taybet ên bi zimanê Somerî û yên din bin ew jî wekî xal hatine nivîsîn. Peyvên ku ne bi Kurdî bin bi kîjan zimanî bin di nava kevanê de bi kurtasî hatine nivîsîn. Wekî mînak: Mîna [so.] MÎNA (Yekaneya Pîvana graniyê ku nêzî 500 gramî ye.)


* Piştî ferhengê di dawiya pertûkê de hin deqên bi Somerî û wergera wan a Kurdî hatiye nivîsîn, da ku hin têgihînin li ser Somerî bikevin ber bala xwendevanan.
* Li ber hin peyvan [?] heye. Ev pirsnîşan dide nîşandan ku di wateya wê peyvê de nezelalî heye.

AMADEKARÊN FERHENGÊ
SULEYMAN YILDIRIM; Di sala 1977an de li Nisêbînê ji dayîk bûye. Dibistana seretayî û ya amadehiyê li Nisêbînê xwendiye. Li zanîngeha Stenbolê di bêşa “Zimanên Serdêmên Kevnar û Çandên Wan” de xwendiye. Ew bi qasî 6 mehan li Almanyayê li zanîngeha Julius-Maksimiliansê perwerdehiya “Zimanên Altorîantalîstîk” ango “Zimanên Rojhilata Nêzik” ên wekî Somerî, Akadî, Urartûyî, Hîtitî, Elamî, Hattiyî û Luwîkî dît. Yildirim xebatên xwe yên li ser çand û zimanên serdema kevnar dimeşîne.
MAMÊ ELÎ; Di sala 1977an de li Nisêbînê ji dayîk bûye. Dibistana seretayî û dibistana amadehiyê li Nîsêbînê xwendiye. Piştî ku Zanîngeha Dîcleyê bêşa Jimêryariyê xilas kir, li Zanîngeha Ataturkê Zanistiyên Perwerdehiyê xwend. Piştî kutakirina zanîngehê li Nisêbînê dest bi mamostetiyê kir. Ew niha li Nisêbînê mamostetiyê dike û xebatên nivîsarî û lêkolînên dîrokî û zimanî dimeşîne. Berhemên Wî: Mewlûd (Tipguhêziya Mewlûda Batê), Weşanên Berçem, 2005-Stenbol Mirina Jaro (Wêne-dastan), Weşanên Berçem, 2007-Stenbol

Copyright © 2016-2017 Ajans J&J. Tüm Hakları Saklıdır. Pelin v1.3 & Cihansoft