PAYLAŞ
Sadece İndirimli Ürünler
Yayınevleri
Yazarlar
Sepetiniz Güncelleniyor...
VİDEO REKLAM
%25
Ferhenga Botan [Peyvên Wenda]
Stok Durumu: 18
Ürün Fiyatı: 13.00
Kampanya Fiyatı: 9.75

PÊŞGOTIN

Wekî ku min di gelek nivîsên xwe de jî aniye zimên, ziman di dîroka mirovahiyê de vedîtina (îcad) herî girîng û watedar e. Ji ber ku raman û her wiha şaristaniyên ji dîrokê heta roja îro mirovan ava kirine ji nêzîk ve têkildarê derfetên vegotina zimên in. Di heman demê de ziman nîşeya herî diyar, mayînde û yekgirtinê ya gelan û neteweyan e. Lê mixabin Kevana Zêrîn a ku cara yekem ziman lê hatiye honandin û li vê derê teşe girtiye û ketiye bin xizmeta mirovahiyê, dewletên serwer û desthilatdar bi awayek zanebûnî û plankirî Zimanê Kurdî yê jêderka wê Kevana Zêrîn kirine hedefa xwe, da ku tune bikin. Va ye 90 sal in, bi awayeke fermî înkara Zimanê Kurdî tê kirin û qedexeyên giran li ser tê danîn. Bi teorî û tezên bêbingeh hewildana hebûna vî zimanê qedîm bidin windakirin. Her dewleteke li ser axa Kurdistanê ye li gorî berjewendiyên xwe hewl dane ku Zimanê Kurdî weke zaravayekî zimanê xwe nîşan bidin. Piştre hewl dane Zimanê Kurdî biçûk bidin nîşandan û gotine “Zimanê Kurdî ne zimanê şaristaniyê ye.” Hê jî ji bo Zimanê Kurdî bipêş nekeve perwerdehiya bi Zimanê Kurdî qedexe ye. Hemû rêbazên bişavtinê li ser Zimanê Kurdî tên meşandin.

Bi kurtasî van pêkanîn û nîqaşên neheq ên li ser zimanên kurdî berê min da xebatek bi vî rengî. Bi rastî di vê sedsala dawîn de bi taybetî di van sedsalên dawiyê de gelek xebatên girîng li ser Zimanê Kurdî hatin kirin û gelek berhemên giranbuha derketin holê. Di serî de ferhengên Zana Farqînî û gelek ferheng hatin hilberîn.

Mebesta min ya yekemîn ya vê berhemê ev bû ku hin peyv û tegehên di karûbarê hin pîşeyê cihên xwe ji mekîne û amûrên hemdem re berdane, amûr û têgehên di koçerî, cotkarî, sewalkarî, tevnkarî, necarî û cur be cur mijaran de dihatin bikaranîn û niha an qet nayên bikaranîn an jî di şûna wan amûr têgehan de hin amûr û têgehên din tên bikaranîn, ji nû ve vedijînim. Her wiha gelek lêker û navên xebatên ku an hatine jibîrkirin an jî kêm tên zanîn hedefa vê xebata min bû.

Dîsa ez dixazim vê jî bidim zanîn ku ev xebat bi taybetî li ser Herêma Botanê hatiye kirin. Ev peyv û têgehên di vê ferhengê de gelek ji wan an li herêmekê, an li navçeyekê, an li gundekî, an jî di nava eşîrekî de, an jî di nava çend kesên dûrî jiyana hemdem de tên bikaranîn in. Yanî mebest ew bû ku em van peyv û têgehan ji windabûnê rizgar bikin.

Mebesta min ya duyemîn jî ew bû ku ez vê ferhengê ji dirûvê ferhengên klasîk derxim, peyv, amûr û têgeha ku dinivîsim ji hêla şêwe, teşe, kar, bikêrhatin, reng, dirûv, bikaranîn û ji hemû hêmanan ve zelal û vekirî vebêjim û şêlobûn û pirsên di serê xwîner û zimanhezan de bigihînim xwe û biqedînim, hatim girtin û niha di zindanê de derfetên min ên ku ez ê bikaribim vê xebatê berfiretir bikim nîn e. Hêvîdar im ku ev berhem ji bo karê we bikêrhatî be û hûn sûdeke baş jê bigirin. 

 

Bahadîn Robar, di sala 1977an de li gundê Robarê yê girêdayî Cizîra Botan ji dayîk bûye. Di malbateke koçer ya qelebalix –ku bavek, du dayik û çardeh zarok tê de hebûn– mezin dibe. Di nehsaliya xwe de di sala 1986 an de li Cizîrê li cem meta xwe dest bi dibistana seretayî dike. Ji ber ku qet bi Tirkî nizane di destpêka dibistana seretayî de gelek lêdanê dixwe û dibe sedema pêkenînê di navbera zarokan de.

Di 1986 an de malbata wî ji ber zorî û zextan, ji ber şewitandina gund û waran li Cizîrê bi cî dibe û dev ji koçeriyê ber dide. Di vê navberê de; ew di dema dibistana seretayî de karê şivanî, gavanî, solboyaxkirin, cixarefirotin, firinkarî, xepar, berhevkirina bacan û tirî, palehî, karkeriya avahiyan û hêj gelek karên din dike.

Malbata wî di sala 1994 an de ji ber zilm û zora dewletê koçî Antalyayê dike. Lê malbata wî piştî çar salan dîsa vedigere welêt.

Cara yekem ew ji ber sedemên siyasî di dozdeh saliya xwe de tê binçavkirin. Di vê hengamê de hizrekî wî ya siyasî jî çêdibe. Di 2002 yan de ew dibe endam û rêvebirê partiya HADEP ê. Ji 2002 yan vir ve ew bi dehan caran hatiye binçavkirin. Ji ber nêrînên siyasî di 2007 an de ew tê girtin û heft meh û nîvan di zîndana Cizîrê de dimîne. Piştî ew tê berdan, vê carê ew biryar dide ku êdî ew ê ji bo pêşvebirina zimanê Kurdî bixebite.

Di sala 2009 an de bi tevlî 6 hevalên xwe yên zimanhez li Cizîrê “Komeleya Lêkolîn û Pêşvebirina Zimanê Kurdî” (KURDÎ-DER) damezrand û ew wekî serokê Kurdî Derê tê hilbijartin. Ew di heman demê de mamostetiya Zimanê Kurdî jî dike.

Herî dawî di çarçoveya qirkirina siyasî de bi angaşta ku ew KCK yî ye di sala 2010 an de wekî serokê Kurdî Dera Cizîrê û mamosteyê Zimanê Kurdî li Cizîrê tê girtin û şûn de dibin zindana Amedê. Ew hê jî girtî ye.

Bahadîn Robar ji sala 2006 an vir de wekî nivîskar gotar û xebatên wî yên wêjeyî û ferhengî di Kovara W, kovara Hawara Botan, rojnameya Azadiya Welat û yd. de têne weşandin. Ew zewicî ye û bavê 4 keç û 3 lawan e.

Berhema ber destê we berhema wî ya yekemîn e.

Copyright © 2016-2017 Ajans J&J. Tüm Hakları Saklıdır. Pelin v1.3 & Cihansoft