PAYLAŞ
Sadece İndirimli Ürünler
Yayınevleri
Yazarlar
Sepetiniz Güncelleniyor...
VİDEO REKLAM
%25
Doxîn +18
Stok Durumu: 74
Ürün Fiyatı: 8.00
Kampanya Fiyatı: 6.00

GUNIKREŞ  

“Tu herî erş, tu herî ferş tê werî ber gunikê reş.”

Wek em hemû dizanin li her gundî aş tune bû. Barên xwe li keran dikirin û bi hev re diçûn aş. Ji ber ku ji her deverê dihatin aş, bi rojan li benda dorê diman. Gundî hemû banî hev dikin, dibêjin em ê sibê herin aş.

Dibe sibe û hemû gundî barên xwe li keran dikin û diherin. Xalê Hesen ji lawê xwe re dibêje;

“Lawê min gundî hemû çûn tu jî rabe here bigihîje wan.”  Lawê wî dibêje;

“Ne hewce ye ez ê herim beriya wan jî werim.”

“Tu zanî lawê min.”

Demek derbas dibe, hêdî hêdî lawê Apê Hesen barê kerê xwe dişidîne û derdikeve dihere.

Du roj derbas dibe Apê Hesen lê dinihêre lawê wî wa ye tenê ji aş tê. Lawê wî kerê xwe tîne hewşê, barê arvanê xwe datîne. Bavê wî gazî dikê;

“Kuro ma tu zû hatî, ka kesên havalên te li ku man.”

“Bavo wele ez nizanim, min ê xwe hêra û ez hatim.”

Ka çend roj derbas dibin hemû gundî ji aş tên. Rojekê hemû gundî li berberojk runîştî ne. Yek ji wan dibêje;

“Apê Hesen kurê te wextê tê aş bi her kesî re pevdiçe û dora xwe dixe pêşiya hemûyan. Hemû dibêjin lawo defî bela! Tu pê re bixeydiyayî dê baş bûya.”

“Baş e min fam kir.” Û dibe berêvar tê malê, gazî kurê xwe dike;

“Tu diherî aş tu çer dikî tu zû têyî?

“Bavo wele ez diherim dora xwe dixim peşiya hemûyan.”

“Kurê min tu çewt dikî, yên wir hemû ji te ne razî ne, car din wer neke.”

“Bavo wele ez ev im, kî ne razî be bila serê xwe li dîwaran bixe.”

“Min va ye ji te re got, tu yê rojekê li gunikreşan rast bêyî lê ka kîngê.”

Demek dirêj derbas dibe lawê apê Hesen her tim bi wî awayî berdewam dike, apê Hesen lê dinihêre lawê wî rojekê dê serê wî di belayê xe. Arvanê wan car din diqede û barê lawê li kerê dike û lawê xwe bi rê dike.

Apê Hesen radibe ew jî dihere xwe di teniyê de dihêle û fistanê xwe li xwe dike li hespê xwe siwar dibe berê xwe dide aş. Apê hesen berî lawê xwe digihîje aş û dikeve dorê lê dinihêre lawê wî ji wê de tê, kerê xwe dajo dora xwe dixe pêşiya hemûyan, kî ban dikê ji wan re çêran dike û bi hinekan re jî li hev dixe. Bavê wî, ji ber ku xwe hemû kiriye tenî û şefiya xwe li serê xwe gerandiye nas nake û gazî dikê;

“0oo, berxê min, here dawiya dorê, em giştik wek te dixwazin zû herin mala xwe!”

“Pîrê helisî, ez li te vegerim ez ê têr li te bixim ha!”

Wextê wer dibêje, bav xwe digihînê û lêdixe, têr û tije di ber hev de dikute û bi serê wî digire dixe nava şeqa xwe, wextê serê wî dixe nava şeqa xwe, bavê wî tê bîra wî, li nava şeqa wî dinihêre bavo çi bibîne, gunikê wî reş wek zebeşekî ye.  Bavê wî jê diqetînin, bavê wî bi dizîka li hespê xwe siwar dibe û tê malê. Rojek derbas dibe lê dinihêre lawê wî wa ye tê, ew jî derbas dibe dihere li hundir rûdinê. Lawê wî barê xwe datîne û tê hundir, bav çav lê dikeve;

“Kurê min ev çi halê te ye lawo?”

“Bavo qet nepirse!”

“Bibêje berxê min, çawa bû? Çi li te qewimî?”

“Bavooo!” Û xwe dirêjî destê bavê xwe dike ku maçî bike.

“Çer bû, hele bêje.”

“Ez çûm aş, wek her car ez li benda dora xwe nesekinîm, ez derbas bûm. Wele bavo yekî ji nav wan lêxistinek wer li min kir, ez ji guhê min nermtir kirim. Herî dawiyê jî serê min xist nava şeqa xwe, tu ketî bîra min, wele bavo yekî gunê wî reş, wek cebeşekî bû. Ji îro pêve min tobe, ez ji heqiyê dernakevim.

“Baş e lawê min, baş e. Min ji te re got tu yê li gunikreşan rast werî.

Hûn, hûn bin hûn jî li gunikreşan rast neyên.

 

Mehmet DEVÎREN, di sala 1975an de li gundê bi navê Gola Gulê ku bi Şemrexa Mêrdînê ve girêdayî ye hatiye dinyayê. Dibistana seretayî û navîn li Şemrexê, ya amadehiyê jî li Amedê kuta dike. Her wisa dibistana amadehiyê ya Bazirganiyê û li zanîngeha Êlihê beşa Tibî Dokumantasyonê kuta kiriye.

Devîren, di sala 1992an de ji doza kurdayetiyê tê girtin, piştî darizandineke dûdirêj di girtîgeha Amed û Entabê de cezayê xwe diqedîne û derdikeve derve . Dûre jî di 1998an de, li girtîgeha Gelîboluyê ya leşkerî radikeve.

Weke birek nivîskarên kurd ên li Bakûr Devîren jî di destpêkê de bi tirkî dide ser riya wejeyê. Helbestên wî yên bi navê Anlat (Vebêje) di sala 2003an de wekî dîwan têne çapkirin.

Devîren, weke gelek helbestkar û nivîskarên esilkurd ên bi zimanê serdastan dest bi wêjeyê kiriye, piştî vê xebatê riya xwe diguhere; bi helbestên ku di Kovara W, Gelawêj, Çirûsk û malperên wekî Amîdakurd de diweşin, dadigere ser kulzema kesayetiya xwe; zimanê bav û kalan, kurdî.

Devirenê ku di damezirandina Komeleya Nivîskarên Kurd de cî girtiye û demeke dirêj wekî rêveber berpirsê karê darayî dikir, piştî civîna lijneya rêveber wekî serokê Komeleya Nivîskarên Kurd hate hilbijartin. Devîren di heman demê de di Enstîtûya Kurdî ya Amedê de endamê lijneya rêveber de cîh girtiye û berdevkiya Enstîtuya Kurdî ya Amedê kiriye, niha jî endamê Kurdî Derê ye û kar û barên lêkolîn û lêhûrbûnên wêjeyî dimeşîne. Niha di lijneya Pena Kurd ya li Amedê de kar û barên damezirandinê dimeşîne û niha nûnertiya 'Kurdocide Watch-CHAKê û 'Enstîtuya Lêkolînê ji bo Parastina Mafê Zarokan li Mezopotamyayê' ya Amedê dike.

 

                   Berhemên wî:

Anlat, (Helbest - bi tirkî ye), Amed, 2003

Qinîskê û Pinîskê, (Zargotin), Weşanên Şaredariya Kayapinarê, 2009

Sûka Mirinê (Helbest), Weşanên AVA, 2010

Çîrokên Azad (Antolojî) Weşanên ARAM, 2010

Kortika Filehan (Roman), J&J, 2013

Doxîn –18 +60 (Pêkenok), J&J, 2013

 

Copyright © 2016-2017 Ajans J&J. Tüm Hakları Saklıdır. Pelin v1.3 & Cihansoft