PAYLAŞ
Sadece İndirimli Ürünler
Yayınevleri
Yazarlar
Sepetiniz Güncelleniyor...
VİDEO REKLAM
Dilopek Ji Dîroka Zimanê Kurdî
Stok Durumu: 50
Ürün Fiyatı: 20.00

Dilopek Ji Dîroka Zimanê Kurdî

Bahadîn Robar

Lêkolîn

Bahadîn Robar kî ye?

Bahadîn ROBAR, di sala 1977’an deli gundê Robarê yê girêdayî Cizîra Botan ji dayîk bûye.
Di malbatek Koçer ya qelebalix – ku bavek, du dayîk û çardeh xwîşk û bira – de mezin
dibe. Di sala 1986’an de di neh saliya xwe de li Cizîrê li cem mala meta xwe bi dest
dibistanê dike. Ji ber ku qet bi tirkî nizanîbû di destpêka dibistanê de gelek lêdanê dixwe
û dibe sedema pêkenîna di navbera zarokan de. Di sala 1986’an de malbata wî ji ber zor û
zextan û şewitandina gund û waran ji dev koçeriyê berdide û li Cizîrê bi cih dibe. Di wê
navberê de Bahadîn ji hêlekê ve diçû dibistanê ji hêla din ve karê şivanî, gavanî, solboyaxkirin,
çixarefirotin, firinkarî, xepar, berhevkirina berên sebze hwd. dike. Bahadîn di
sala 1994’an de tevî malbata xwe careke din ji ber zilm û zordariyê koçî bajarê Antalyayê
dike û piştî mişextiya çar salan dîsa vedigere welêt. Cara yekem ew di 12 saliya xwe de ji
ber sedemên siyasî tê binçavkirin û di vê hengamê de hizrên siyasî pêre çêdibin. Di sala
2002’yan de ew dibe endam û rêveberê partîyek siyasî. Ji 2002’yan û şûnve ji ber sedemên
siyasî ew bidehan caran tê binçavkirin û di sala 2007’an de tê girtin û wî tavêjin zindana
Cizîrê. Heft meh û nîvan di zindanê de dimîne. Dema di zindanê de biryar dide ku êdî
ji bo pêşvebirina zimanê kurdî bixebite. Di sala 2008’an de dema ji zindanê derdikeve
tevlî xebatên zimên dibe û di sala 2009’an de tevlî 6 hevalên zimanhez li Cizîrê “Komeleya
Lêkolîn û Pêşvebirina Zimanê Kurdî” (KURDÎ-DER) damezirand û ew weke serokê
komeleyê hat hilbijartin. Di heman demê de mamostetiya zimanê kurdî jî dike. Bahadîn
Robar di sala 2011’ê de dema serokê KURDÎ-DER’ê bû careke din bi operasyonên di bin
navê KCK’ê de hate girtin û ew birin zindana Amedê û nêzî 4 salan di zindanê de ma.
Hê salek di ser serbestberdana wî re neçûbû vê carê di dema li Cizîrê qedexeya derketina
derve hat îlankirin de mala wî hat şewitandin û ruxandin. Gelek gotar û xebatên wêjeyî
yên Bahadîn Robar di kovarên weke Kovara W, Hawara Botan, rojnameya Azadiya Welat
hwd. de hatine çapkirin. Ew Zewiciye û bavê 4 keç û 3 kuran e. Ferhengeke “kurdîkurdî”
çap kiriye û pirtûkekeke wî ya helbestan jî li ber çapê ye.
Berhemdarî:
* Ferhenga Botan [Peyvên Wenda], Ferheng, Weşanên J&J, 2013 - Amed

 

Copyright © 2016-2017 Ajans J&J. Tüm Hakları Saklıdır. Pelin v1.3 & Cihansoft