PAYLAŞ
Sadece İndirimli Ürünler
Yayınevleri
Yazarlar
Sepetiniz Güncelleniyor...
VİDEO REKLAM
%25
Dilopên Rojê
Stok Durumu: 50
Ürün Fiyatı: 15.00
Kampanya Fiyatı: 11.25
PÊŞGOTIN
Ava erdnîgariya welatê me di tu demê de nemiçiqiye. 
Ger bi hêsirê çemê Dîjle û Feratê hatiye avdan. Ger bi xwîna zarokê roj û agirê hatiye pejirandin. Ger bi morîkên çavên dayikan hatiye niqutandin. Lê belê her dem li Rojhilata Navîn, tovên jiyanê avêtiye nav axa Rojhilata Navîn, û Mezra Botan, di tu demê de, ji şînberiya xwe neketiye..
Dem bi dem dinya bi vê Erdnîgariyê re hêsir barand, dem bi dem bi belengaziya me dikeniya û xwe li ser piştê diquliband.
Em dizanin welatekî bindest dema berê xwe bi azadiyê vedike, beriya her tiştî jiyan xwe diricifîne. Jiyan û mirin pev re dimeşe. Cihê jiyan tê de tunebe, mirin çirvîta dide xwe. Lez bi lez tovên tunebûnê diçîne. Mirin berî kû ew ê hulma jiyanê bistîne, qoçê xwe bilind dike, wek gurê har devê xwe davê tovên afirênertiyê.
Dema tava jiyanê xwe bera ser ruyê erdê dide. Mirin nizane ew ê bi kude bireve gav bi gav bi dizîka xwe wenda dike…
Jiyana xurt, di lênerînê lehengên wek, Botan, Eşref, Zindan, Memo, Ferhat, Hebûn, Resûl, Medya, Dilovan, Rêzan û Zinar de ye. Ger awirên wan ber bi asîmana diçe, kenên jiyanê xurt dibe. Mija tirsa mirinê digire ser ruyê qesasê mirovahitiyê. Ger dilop dilop xwîna xwe dirijîne qesasê xwe tê de difetisîne. Qesasê jiyanê qet ranazê, Bi tirsek xurt her şev ji xew çeng dibe, kelxwêdanek cemîdî xwe digire ser laşê wan. Ev rastiya jiyanê û mirinê ye…
Jiyan û mirin, her dû pev re neqişandiye li ser erdnîgara Mezra Botan. Zanûn ew e ku rêya wêjeyê behra bêbiniye. Ger jiyan bi ser dikeve, ger mirin, her du pev re hatine hunandin di pirtûka pakrewanan de…

05. 05. 2017
Nezîr ÇAKAN / Mêrdîn
 
Nezîr ÇAKAN kî ye?
Nezîr ÇAKAN, di sala 1976an de, li Gundê Salhiyê, bajarçeya Erxeniya Amedê hatiye dinyayê. Dibistana seretayî li gund, dibinstana navîn û amadehiyê li Erxeniyê xwend. Piştî wê, 1995an de ji ber sedemên polîtîk hate girtin. 9 sal û 4 meh di zindanê de ma. Li zindanên wekî Amed, Mereş, Elbistan û li Hîlwanê girtî ma. Piştî ku ji zindanê derket di nava xebatên siyasî de cî girt û digel wî awayî karê nivîsê jî kir. Heta niha her çi qas xebatên wî hebin jî ev xebata jînenîgariyê berhema wî ya yekemîn e ku tê çapkirin. 
Berhemên wî:
* Dilopên Rojê (Jînenîgarî), Weşanên J&J, 2017 – Amed
 
Copyright © 2016-2017 Ajans J&J. Tüm Hakları Saklıdır. Pelin v1.3 & Cihansoft