PAYLAŞ
Sadece İndirimli Ürünler
Yayınevleri
Yazarlar
Sepetiniz Güncelleniyor...
VİDEO REKLAM
%25
Dilê Kûvî
Stok Durumu: 50
Ürün Fiyatı: 10.00
Kampanya Fiyatı: 7.50
Jiyan di erdnîgariya me kurdan de zor û zehmet e. Di nav civata Kurdan de  êşên bê terîf hatin jiyandin û hê jî tên jiyandin. 
Di cîhanê de mirov dinhêre di welatên ku şer tê de diqewime herî zêde jin rastî zilmê tên. Dê, xwîşk, bûk van êşên civakê dilop bi dilop vediqurtînin û di nav dilê xwe de vedişêrin, mezin dikin. Şunde ev hêst dibe ked, dibe hezkirin, dibe têkoşîn dibe hêzek bê dawî. Caran jî dibe helbest...Helbest jiyan bi xwe ye hebûn e, di her helbestekî de çîrokek heye, helbest hewara bêdengiyê ye...
Dema em zarok bûn dayika min ji me re çîrok bi zimanekî helbestkî vedigot, ew şevên dirêj û tarî de deriyên xeyalên cur bi cur vedibûn di cîhana me ya biçûk de. Em gorî wan helbestan, çîrokan an xemgîn dibûn an jî dilşad dibûn. Diya min ew qas bi zindî vedigot. Helbest dişibe dayîkan dişibe ax û çanda mirovan. Helbest bingeha herî zexm ya humanîzmayêye ji ber ku hêst e, zindî ye, jiyan e robareke ku ber bi hevûdu fêm kirinê diherike...
 
Muqades Agirî (Helbestkar); Li Agiriyê navçeya Ditaxê hatiye dinyayê. Xwendina xwe heta lîseyê li Ditaxê qedand.  Di sala 2000an de Zanîngeha Dîcleyê beşa Ziman û Wêjeya Erebî xwend, lê  di nîvco de hişt.  Di navbera salên 2001-2004an de di rojnameya Azadiya welat de nûçegihanî û edîtoriya rûpela beşa jinê kir. Di sala 2014an de Zanîngeha Anodoluyê beşa karsazî  qedand. Li Agiriyê, di dibistana seretayî de mamostetiya zimanê Îngilîzî kir. Niha li Zanîngeha Mardîn Artûkluyê di beşa Ziman û Wêjeya Kurdî de lîsansa bilind dixwîne.  Di rojnameya Azadiya Welat de kurte nivîsên wê hatine weşandin.

Berhemdarî:
* Dilê Kûvî (Helbest), Weşanên J&J, 2016 – Amed
 
Copyright © 2016-2017 Ajans J&J. Tüm Hakları Saklıdır. Pelin v1.3 & Cihansoft