PAYLAŞ
Sadece İndirimli Ürünler
Yayınevleri
Yazarlar
Sepetiniz Güncelleniyor...
VİDEO REKLAM
%25
De Were Nekene!
Stok Durumu: 6
Ürün Fiyatı: 15.00
Kampanya Fiyatı: 11.25

Abdulkadîr Bîngol, di 14.06.1953yê de li navenda Cizîra Botan, li taxa Mîr’elî ji dayik bûye. Navê babê wî Ehmed e, ew jî kurê Ebdulqadir e, ew jî kurê Mela Muhemed el-Awalî summe’l Cizîrî ye. A. Bîngol pêşî li ber destê bavê xwe dest bi perwerdeyiya dînî dike, paşê digel dibistanê li cem melayên herêmê kitêbên rêzê yên zanyariya olî yên wek fiqih, tefsîr, hedîs, rêziman dixwîne. Her wisa ew dibistana navîn û lîseyê li Cizîrê dixwîne. Piştî dibistanê ew pêşî di gerînendetiya gelemperî yên riyên bejayî de (Karayolları Genel Müdürlüğü) weke ustayê qalib dest kar dike. Paşê weke karker derbasî qeymeqamiya Cizîrê dibe. Li wir dibe katib, paşê dibe midûr. A. Bîngol di sala 1996ê de malnişîn dibe. Piştî malnişînbûnê derfet ji wî re çêdibe ku ew li ser Zimanê Kurdî hin xebatan bike. Berhevkarî, lêkolîn, biyografî, zargotin, werger, wêje û ji gelek aliyan ve xebatên wî yên hêja hane. Heta niha nivîs û gotarên wî di malperên Nefel, Nûbihar, Ufkumuz Net, Dîwanxane; û di kovarên wek Nûbihar, Nûpelda, Hawara Botanê de hatine weşandin.

Berhemên wî,

* Evdilahê Mînyewî (Werger, 2003, Nûbihar)


* Gotinên Pêşiyan û Biwêjên Herêma Botan (Zargotin, Nûbihar -2005)

* Kulîlkên Baxê Botan (Biyografî, 2008-Enstîtuya Kurdî-Amed)

* Ken (Pêkenokên, 2013 – Weşanên J&J - Amed)

Copyright © 2016-2017 Ajans J&J. Tüm Hakları Saklıdır. Pelin v1.3 & Cihansoft