PAYLAŞ
Sadece İndirimli Ürünler
Yayınevleri
Yazarlar
Sepetiniz Güncelleniyor...
VİDEO REKLAM
%25
Cengel
Stok Durumu: 50
Ürün Fiyatı: 20.00
Kampanya Fiyatı: 15.00
Cengel
"...... Wî xortî destên xwe bi ser serê xwe ê rût de birin, li rûyên wan nihêrî û li wêneyî temaşe kir,“an ku ez, ne mirov im, ez jî weke te rûtekê li ser cadeyan û li ber van dîwaran im. Rûtekên weke te, pergendeyên weke min diaferînin, ma ne weha ?!.” Li wê jinê zivirî û çavên xwe yên rengzeytûnî bi ser rûyê wê de zîq kirin,“gava me hevdu parast, hîngê em mirov in, gava me hevdu xwar, bizane hîngê ne tu mirovê û ne ez !.”
Kovan Sindî kî ye?
Kovan Sindî, li sala 1965ê li devera Zaxo hatiye dinyayê û xwendina amadeyî li wê derê qetandiye. Li sala 1984ê dibe endamê rêxistinên nihênî yên PDK. Li çirîya pêşîn, li 1987ê rêxistina wan keşf bû û gelek ji hevalên wî ji aliyê rijêma Baas ve hatin sêdaredan. Kovan qurtal dibe, derdikeve nav rêzên şoreşê û li komîteya devera Zaxo dibe pêşmerge. Pişikdarî di gelek şerên mezin de kiriye, wek dastana Dêrelok, Şeraniş, Dêmka û gelek cihên din. Piştî Enfalên 1988ê koçberî bakurê Kurdistanê dibe, li kampa penaberan li Amedê, di bin barûdoxên dijwar de jiyana xwe derbaz dike. Li sala 1991ê diçe Asîna, piştî salekê ji wê derê derbazî Almanya dibe û li bajêrokê Ahrensburg li eyaleta,‘Schleswig Holstein’ akincî dibe. Salekê li zanîngeha Hamburg,‘Welt Universiteat’ zimanê Elmanî dixwîne, lê ji ber barûdoxên jiyana wî ya bi zehmet neçar dimîne ku destan ji xwendinê berde. Li 1998ê li welatê Denmark akincî dibe. Li  2001ê, li zanîngeha Aarhus, beşa derûnnasiyê tê wergirtin. 



Berhemdarî;
• Çirayê Şev [Helbest] Duhok – 2006
• Rojên Êtûn [Roman] Duhok – 2007
• Nalînên Peravan[Roman] Berga1,Weşanên Han, Berlîn – 2010
• Nalînên Peravan[Roman]Berga2,Weşanên Han, Berlîn – 2011
• Feryadên Burcan [Roman]Weşanên J&J, Amed – 2014.
• Bagerên Reş [Roman] Weşanên J&J, Amed – 2016.
• Cengel [Roman] Weşanên J&J, Amed –2017

 

Copyright © 2016-2017 Ajans J&J. Tüm Hakları Saklıdır. Pelin v1.3 & Cihansoft