PAYLAŞ
Sadece İndirimli Ürünler
Yayınevleri
Yazarlar
Sepetiniz Güncelleniyor...
VİDEO REKLAM
%25
Çavên Zeytûnî
Stok Durumu: 72
Ürün Fiyatı: 10.00
Kampanya Fiyatı: 7.50

Ednan Dogan, di sala 1964 an de li bakurê Kurdistanê, li bajarê Mêrdînê, li navçeya Nisêbînê, li gundê Wêsîkê ku îroj bi navê kuçeya Abdilqadirpaşa tê dinasîn, hatiye dinê. Dibistana xwe ya seretayî li gund qedand û li Nisêbînê dibistana xwe berdewam kir. Ednan bi eslê xwe ji gundê Dêrikfanê ku girêdayî Kerrcosê ye. Ji hinek sebeban nikarîbû zanîngehê bi xwîne. Di sala 1981an de di temenê biçûkahiya xwe de dest bi karê ticaretê dike û di sala 1983an de dema li kargeha xwe bû, ji aliyê leşkeran ve ji ber ku alîkariya siyesetvan û şoreşgeran kiribû tê girtin. Di vê girtina xwe de, li baregaha leşkerî ya Nisêbînê bi qatilê Kurdan Velî Kuçuk re rû bi rû tê û 2 hefteyan di vê baregaha Nisêbînê ya leşgerî de êşkencê dibîne. Di pey 2 hefteyan de tê berdan. Ev girtina wî bandorekê li ser dike. Di pey girtina xwe de Karê siyasî ki her çendî ne gelekî bi zanebûn be jî, lê ji bo xatirê mirovên xwe dikir, êdî bi zanebûneke netewî dike. Ednan her tim nêzî tevgera azadîxwaz e û di nav lêkolaniyekê de ye. Hetanî sala 1991an, bi van hestan ew jî bi ber pêla tevgera azadîxwaz, di riya xwe de berdewam dike. Di 1991an de careke din li Nisêbînê tê girtin pêşî li Nisêbînê û paşê jî li Mêrdînê careke din bi êşkencê re rû bi rû dimîne û ber bi zindana Amedê ve diçe, lê demeke gelekî kin dimîne û bi şertê kû li derve bê darizandin tê berdan. Ednan helbesta xwe ya yekem di çardehsaliya xwe de dinivisîne û hetanî sala 1990an helbestên xwe bi Tirkî û li ser zor û zahmetiya evîndarî û hejariya der û dorê dinivisînê. Lê gelek helbestên Ednan di dema kû tê girtin de, ji aliyê malbatê ve di nav pirtûkên wî de ji bo ku nekevin destên polîsan têne şewitandin. Ednan di sala 1992an de weke gelek kesên ku ji ber dagirkerên kurdistanê mişext dibin, vê carê berê xwe dide xerîbiyê û pêşî li Mersînê bajarê Tirkan û di pey de jî li Swêdê bi cî dibe. Ji sala 1993an hetanî niha li Swêdê jiyana xwe berdewam dike. Ji dema ku hatiye Swêdê hetanî niha li derveyî welat, di nav gelek beşên xebatê komaleyî de weke şano, çand, civakî û hûnerî de cihê xwe digre. Helbestên Ednan li ser medya civakî bi dengê wî têne guhdar kirin. Ednan ji bilî helbest, tekstên stiranan jî, li gelek ozananan belav kirine û tekstên wî bi awazên hûnermendan ji aliyê gel ve têne guhdar kirin. Ednan li Swêdê dibistana bilind ya ekonomiyê ya şerîkê (şirketê) diqedîne û di nexweşxaneya lêkolaniyê de di karê plan û budçeyê de kar dike. Ednan zewiciye û bavê sê zarokan e.

Berhemdarî:

* Çavên Zeytûnî, (Helbest) Weşanên J&J, Adar – 2016

Copyright © 2016-2017 Ajans J&J. Tüm Hakları Saklıdır. Pelin v1.3 & Cihansoft