PAYLAŞ
Sadece İndirimli Ürünler
Yayınevleri
Yazarlar
Sepetiniz Güncelleniyor...
VİDEO REKLAM
%25
Xemzêm
Stok Durumu: 0
Ürün Fiyatı: 12.00
Kampanya Fiyatı: 9.00

A. BEDIR, (bi navê xwe yê helbestvaniyê A. BEDİR), di sala 1981ê de li Geliyê Zîlan a giredayî navçeya Wanê Erdîşê ji dayîk bûye. Piçûktiya wî, li Zozanen Geliyê Zîlan derbas dibe. A. BEDİR, jiyana gund, Kurmanciya Geliyê Zîlan, navê nebat, peyvên jiyana gundan, biwêj, gotinê pêşiyan û çîrok û mîtosên li gund hîn dibe û berhev dike. Bala xwe dide li ser vê dewlemendiya Kurmanciyê û roj were ev Kurmanciya, dê destê wî de bibe 'Ferhenga Kurmanciya Geliyê Zîlan'. (Ferheng, ber bi çapê ye.) Şopên vê ferhengê, di Xemzêmê de tê dîtin. Di sala 1998’an de di dibistana amadekariyê de, ji ber xebatên polîtîk dikeve zindanê. Piştî derketina xwe, dibistana amadekariye (lise) sala dawî diqedîne xebatên xwe yên polîtîk jî didomîne û car din dikeve zîndanê. Ev car, sal û nîvekî di zindana Mûşê de dimîne. Li wir, li ser ziman, rêziman û wêjeya Kurdî disekine û li wir li ser Qasirga Tabûrî'yê pirtûkekî dinivîse. Ev pirtûk, ji ber ku li weşanxaneyeke Kurd û şoreşger de ye di lêgerînek dewletê de winda dibe. Ji ber ku qeyda vê pirtûkê bi helbestkar re jî nîne, ev pirtûk ji dest diçe. A.BEDİR, pişt re diçe Zankoya Stenbolê a derûnasiyê (psikoloji). Di raperîna ji bo Kobanê, dîsa dikeve zîndanê. Niha jî wek psikolog di Şaredariya Mezin a Amed'ê de dixebite. Xemzêm, pirtûka wî ya bi Kurdî a yekemin e. A.BEDİR, niha, piştî xebata deh sala Xemzêm amade kiriye. Berhemdarî: * Heba mezadı/Kuğunun Günahı, Tilki Kitap, 2014 – İstanbul * Xemzêm, (Helbest), Weşanên J&J, 2016 – Amed

Copyright © 2016-2017 Ajans J&J. Tüm Hakları Saklıdır. Pelin v1.3 & Cihansoft