Harun Tutuş, di sala 1990an de li Zozanê Şênê yê ku di navbera Pasûra Amedê û Mûşê de ye hatiye dinyayê. Di sala 1993yan de piştî ku bavê wî ji aliyê hêzên dewletê ve tê qetilkirin û mala wan tê şewitandin, koçî Amedê dibin. Li Amedê mezin dibe. Di bin mercên zor de dibistana seretayî û ya navîn û lîseyê diqedîne. Niha li zanîngeha Dîcleyê, li beşa Ziman û Wêjeya Tirkî dixwîne. Her wisa ev 4 sal in ku li DBP û HDP di rêveberiya bajêr de dixebite. Delegeyê KCDê ye. Di Komeleya Sarmaşikê de xebatkarê dildar e. Ji sala 2010an şûn de helbestan dinivîse û bi karê ziman û wêjeyê ve mijûle. Di nava xebatan de li ser wêjeyê jî kûr dibe, her wisa helbestên xwe jî di van dem û mercan de nivîsiye. Berhemên wî: * Jana Dilê Min û Welatê Min (Helbest), Weşanên J&J, 2016 – Amed