PAYLAŞ
Sadece İndirimli Ürünler
Yayınevleri
Yazarlar
Sepetiniz Güncelleniyor...
VİDEO REKLAM
%20
HÊWISîN
Stok Durumu: 1
Ürün Fiyatı: 14.50
Kampanya Fiyatı: 11.60

Adar Jiyan, Ji gundê Dengiza ku bi ser Stewra Mêrdînê ve ye . Dibistana seretayî li gundê xwe û dibistana navîn li navçeya Stewrê kuta kir. Peyre Amadeyiya Îmam-Xetîba Mecanî ya Mêrdînê qezenc kir. Piştî xwednina çar salan, wekî melayekî fermî hate tayinkirin. Heman salê Zankoya Perwerdehiyê qezenc kir. Piştî kutakirina zankoyê, wekî mamosteyê polê hate tayinkirin. Di ber mamosteyiya xwe re Li Zanîngeha Enqerê Zankoya Ziman, Dîrok û Erdnîgariyê, beşa Wêjeya Zimanê Fransî û Wêjeya Wê xwemd. Belê wî dev ji mamostetiya polê berneda. Mamostetiya polê wekî qada pisporiya xwe hilbijart. Di warê pedagojiya zarokan de gelek lêkolîn û dahûrandinên wî hene. Gelek nivîsên wî yên der barê pedagojiyê de weşandin. Ev pirtûka wî jî bi giranî ji nivîsên pedagojîk pêk hatine. Li Xarpêt, Sêwaz û Dîlokê mamostetî kir. Di sala 1990’de hate girtin. Piştî girtina xwe sê salan betal geriya. Peyre mişextî Yozgatê bû. Ji wir jî mişextî Konyayê bû. Li Konyayê careke din hate girtin û nêzîka salekê betal ma. Vêga mamostetoyê dike. Di gelek kovar û rojnameyan de nivîsên wî hatine weşandin. 8 sal e ku bê navber di quncika (Fêrgeh) Azadiya Welat de dinivîse. Wekî din jî Gelek nivîs û gotarên wî yên Kurdî û Tirkî di kovar û rojnameyên cur bi cur ên mîna Azxadiya Welat, Rewşen, Jiyana Rewşen, Kovara W, Nûbihar, Rojev, Tîrêj, Amûde, Kevan, Tîroj, Gulîstan, Mehname, Kevan, Ozgur Polîtîka (Hîwa) , Ozgur Gundem, Avesta, Emekçiler Forumu, Emek ve İnsan, Emek ve Toplum de hatine weşandin. Gelek dosyayên wî yên ku bi salan e ku li bendî çapê ne hene. Berhemên wî: 1. Seyrê (destan) Weşanên Mîr, Gulan 2003, Stenbol. 2. Raveya Peyvan (ceriban) , Weşanên Pêrî, Îlon 2005, Stenbol. 3. Ziman û Jiyan (ceriban) , Weşanên Pêrî, Îlon 2005, Stenbol. 4. Şevên Koçber (çîrok) , Weşanên Pêrî, Îlon 2005, Stenbol. 5. Serkeftina Morîstanan (fabl/rist) , Weşanên Pêrî, Îlon 2005, Stenbol. 6. Nêzîkatiyek Li Ser Pirsgirêkên Perwerdehiyê (Eğitim Sorunlarina Eğitimci Bir Yaklaşim) , (Ceriban/Tirkî) , Gulan 2003, Eğitim-Sen, Ankara) 7. Kurdiya Hêsa, (Digel Komîsyonê) Weşanên Enstîtuya Kurdî, 2003, Stenbol. 8. Gav Bi Gav Kurdî, (Digel Komîsyonê) Weşanên Berdan, Stenbol 9. Jînenîgarî, Têkoşîn û Berhemedariya Cegerxwîn (Amadekar Davut Ozalp) , Weşanên M, Stenbol. 10. Fêrname (Ceriban/Perwerde) Weşanên J&J, 2015 – Amed 11. Hebûn (Raman/Felsefe) ) Weşanên J&J, 2015 – Amed 12. Hêwisîn (Pedagojî/Perwerde) Weşanên J&J, 2015 – Amed 13. Mewlûd (Bawerî/Wêje) , Weşanên J&J, 2015 – Amed

Copyright © 2016-2017 Ajans J&J. Tüm Hakları Saklıdır. Pelin v1.3 & Cihansoft