PAYLAŞ
Sadece İndirimli Ürünler
Yayınevleri
Yazarlar
Sepetiniz Güncelleniyor...
VİDEO REKLAM
Ceribînek Li Ser HEVOKSAZIYA KURMANCÎ
Stok Durumu: 50
Ürün Fiyatı: 15.00

Ceribînek li ser HEVOKSAZIYA KURMANCÎ

Lêkolîn

Serwet ORNEK

 

...
Lêkolînerên bi vê mijarê ve mijul bûne û dibin li pey bersivên van pirsan in: Di çêkirina hevokê de peywira qertafan û yên komepeyvan çi ne? Hêmanên hevokê çawa pêk tên û di pergala hevokê de li gor kîjan qaîdeyan tên rêzkirin û çawa tên bikaranîn? Ji ber ku zelalkirina vê mijarê di bersiva van pirsan de ye, lazim e ku zimanzan bi awayekî berfireh li ser van pirsan rawestin û van pirsan bibersivînin.
...
Wek ku hun jî dizanin zanistî bi nêrînên cuda û bi rexneyan pêş ve diçe. Agahdariya vê ramanê wêrekiyek bêbempa da min. Lê ev nayê wê maneyê ku ev xebat, xebatek bêqusûr e. Ez hêvîdar im ku ev xebat bi awayekî zanyarî bibe sedema gengeşiyan û di encamê de ev mijara rêzimanî a Kurmancî di pêşerojê de zelal bibe û bibe sedema xebatên hêja. Bi kurtasî ez dikarim bibêjim ku ev xebat, di warê nivîsîna rêzimana Kurmancî de nuxuriyê min e; lê nuxuriyekî virnî ye û tiştên virnî jî bi domana demê re geş û balkêş dibin.
...

 

Serwet ORNEK kî ye?

Serwet Ornek; di sala 1966an de li gundê Çêrmê yê Kanîreşa Çewligê ji dayîk bûye. Dibistana seretayî li gundê xwe, ya navîn û lîsê li Kanîreşê temam kiriye. Di navbera 1984 û 1988an de li zanîngeha Firatê, di beşa Ziman û Wêjeya Tirkî de perwerda lîsansê kuta kiriye. Ji sala 1988an vir ve, li Tûta Semsûrê, Gevera Culemêrgê û li navenda Amedê mamostetiya lîseyê dike. Ew zewicandî ye û bavê Xezalê û Rûmet e. Serwet Ornek, hingiya ku xwe nas kiriye, bala wî li ser ziman û wêjeya Kurdî bûye. Lê piştî ku zanîngehê diqedîne, li ser formasyona perwerdekarî û zimanê Kurdî serê xwe diêşîne. Bi taybetî ji sala 2009an vir ve ketiye nav xebatên rêzamana Kurdî/Kurmancî. Ji bo ku bi awayekî akademîkî rê û rêbazên rêzimana Kurmancî baş fêr bibe di sala 2013an de li zanîngeha Artukluyê, di beşa Kurdolojiyê de dest bi lîsansa bilind a bêtez kiriye. Piştî bidawîbûna lîsansa bilind a bêtez bingeha vê xebatê wekî spartek pêşkêşî zanîngehê kiriye. Ev xebata ku li ber destê we ye, bi keda dehan salan derketiye holê. Bi hêviya ku sûdewer be.

Berhemdarî;
* Ceribandinek li ser hevoksaziya Kurmancî (Lêkolîn), Weşanên J&J, 2017 – Amed

 

Copyright © 2016-2017 Ajans J&J. Tüm Hakları Saklıdır. Pelin v1.3 & Cihansoft