PAYLAŞ
Sadece İndirimli Ürünler
Yayınevleri
Yazarlar
Sepetiniz Güncelleniyor...
VİDEO REKLAM
%25
Arjenîka
Stok Durumu: 50
Ürün Fiyatı: 8.00
Kampanya Fiyatı: 6.00

"Di çenteyê min de dilmayîn û peyvên şikestî, di ser pêçiyên şevê re dişeridim. 

Min pê li hizneweriya xwe kiriye, bi silava muxrubê re têm, li navkêla bendemayîna te radiwestim
Nîgaşa kesera xwe binax dikim û mirina xwe paş ve vedigerînim…
Di her du mistên min de giriyê hechecîkan, ji xwe firar dikim û radestî esmertiya te dibim.
Nexasim, îşev sar e, pêçiyên şevê bi agirê stêrkekê ve mijûl in.
Ez xwe deşîfre dikim, xwe di esmertiya te de rave dikim û di pêla kenê te de li serdemeke vehesok digerim.
Bi pêçiyên şevê xwe dijmêrim, kêm derdikevim.
Ez timî di kolanên ber bi te ve tên re dimeşiyam, poşmaniya bavê min bargiraniya temenê min bû û hinek ehdên negotî wekî nîvçemayîneke kevnar bi bêhna titûna min ve man.
Te pirên payînê li ser pêçiyên şevê danîn
Te li şûna findan stêrk vêxistin
Te bi destên şevê heyv xemiland.
Di şêmûga temenê xwe de bisekine û wan kulên xwe yên di kuldanka rêpayînê de diyarî min bike.
Destên xwe bike pîvanek û pê nehatinên min î kevnar ên li berojka dilvîngehan bipîve.
...."

 

Hecî Nehsan, di sala 1974an de li gundê Korikê ku girêdayî Kobaniyê ye hatiye dinyayê. Ji biçûkaniya xwe de bi wêjeyê re mijûl e. Hêçan/cerribîn û helbestên wî di kovarên wekî Çîrûsk, Hawara Botan, Golik, W, Eylul, Tîroj, Roza û Umuş Eylul de hatine weşandin. Ew 20 sal in ku, ji doza siyasî di girtîgehê de ye. Niha li girtîgeha Tekirdagê zindankirî ye. 

Berhemdarî:
Zêmarên Çûyînê (Hêçan), Weşanên J&J, 2013- Amed
Agrîna (Helbest), Weşanên J&J, 2014- Amed
Nofa (Çîrok), Weşanên Ar, 2014- Stenbol
Şîna Şevê (Helbest), Weşanên Ar, 2015- Stenbol
Arjenîka, (Hêçan), Weşanên J&J, 2016 - Amed
Maha, (Çîrok), Weşanên J&J, 2016 - Amed

 

Copyright © 2016-2017 Ajans J&J. Tüm Hakları Saklıdır. Pelin v1.3 & Cihansoft